Mesûd Barzanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 25:
Mesûdê kurê Mela [[Mistefa Barzanî]] di 16'ê tebaxa 1946'an de li bajarê [[Mehabad]]ê li [[Kurdistan]]a Îranê, li jêr alaya Kurdistanê û li roja damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ji dayik bûye. Li serdema temena kurt ya Komara Kurdistanê li Mehabadê ku yekemîn giyana serbixwe ya kurdî bûye.
 
Piştî rûxana Komara Kurdistanê di sala 1947'an de, binemaleya Mesud Barzanî li gel komek li [[pêşmerge]]yan û binemala wan naçar bûn vegerin Kurdistana Iraqê û paşê li aliyê rejîma Iraqê ve hemû bo bajarên xwarê Iraq hatin dûrxistin, bi taybetî [[Bexda]] û [[Besre]], lê belê [[Mela [[Mistefa Barzanî]] bavê Mesud Barzanî rêberê şoreşa kurd li gel hevalên xwe berev [[Yêkîtiya Sovyetê]] bi rêketin û heta sala 1958'an li wir man.
 
Mesûd Barzanî bi sedema hokara siyasî û peywendiya bi [[şoreşa îlonê]] xwendina navendî temam nekir û Bexdayê bi cîh hişt û li temena 16 sal di sala 1962'an de çek hilgirtiye û çûye rêzê pêşmergeyê Kurdistanê û roleke berbiçavî hebûye li şoreşa kurd ku di 11'a îlona 1961'ê de bi rêberiya Mela Mistefa Barzanî destpêkir û heta sala 1975'an berdewam bû. Li jêr rênimayî û piştgîriya bavê xwe têkilî xebata siyasî bûye.