Alfabeya fonetîk a navneteweyî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:IPA chart 2005.png|thumb|250px|Alfabeya Fonetîk a Navneteweyî]]
'''Alfabeya Fonetîk a Navneteweyî''' (bi [[Zimanê inglîzî|îngilîzî]]: ''International Phonetic Alphabet'', '''IPA''') [[alfabe|alfabeya standard]] ku- hatiyesîstema amadekirinnîşanan boe nîşandanaku denganbi liarmanca sernivîsandina kaxiz.transkrîpsiyonê Sîstemahatiye işaretan bo kodkirina dengên hemû zimananamadekirin. JiAFN li sîstemêser herîbingeha zêde[[Alfabeya dilatînî|alfabeya [[zimannasîlatînî]] û amadekirina ferhengan da tê istifadehatiye kirinsazkirin.
Alfabe hatiye pêşxistin daku bi rêya kodkirina dengan zimanên cîhanê rast bên bilêvkirin. Ev sîstem herî zêde di [[zimannasî]] û amadekirina ferhengan da tê bikaranîn. Di AFN de her dengek bi herfekî tê diyarkirin. Dengên ku di nav de xişinî, dengê diranan, niçinî, dirêjkirin û kurtkirina dengan û hwd., bi sembolên taybet ve li ser herfan tên zêdekirin.
Ji bilî herfên [[Alfabeya latînî|latînî]] hin herf ji [[Alfabe|alfabeyên]]cuda hatine hildan û veguherrandin.
 
Alfabeya Fonetîk a Navneteweyî ji aliyê Yekîtiya Fonetîk a Navnetewî ve hatiye amadekirin. Dem bi dem YFN hin sembol li alfabeyê zêde dike, kêm dike, vediguherre. Li gor rewşa sala [[2008|2008'an]] di AFN de 107 herf, 52 [[nîşanên diyakrîtîk]] û 4 cure derbik hene.
Ev alfabe hatiye pêşxistin, boê ku ziman rast bên telafûzkirin û boê ku herkes [[transkrîpsiyon]]eke kêfî û şexsî çêneke û ji ber vî tevlihevbûna ku dertê bê astengkirin. Armanceka IPA jî ewe ku bo her dengekê peyvekî ku wê peyvê ji ên din cudatir dike, '''bi sembolekî pêşbixe'''.
 
== Dîrok ==
Di IPA de wekî bingeh tîpên [[Alfabeya latînî|latîn]] hatine xebitandin. Xêncî van herfên ji alfabeyên cuda hatine hildan bi avayekî ku li alfabeya latîn bişube hatine guherrandin. Bo hûrgiliyên di navbera dengan de ji hev bên ferq kirin işaretên cuda li bin an jî ser herfan hatine zêdekirin.
Di sala 1886'an komeke mamosteyên ziman ên [[Fransa]] û [[Brîtanya|Brîtanyayê]] bi pêşengiya zimanzanê fransizî Pol Pasî (Paul Passy) rêxistineke ku di sala 1897'an de wek [[Yekîtiya fonetîk a navnetewî]] ({{lang-fr|''l’[[:fr:Association phonétique internationale|Association phonétique internationale]]''}})<ref name="IPA194-196">International Phonetic Association. ''Handbook''. P. 194—196</ref> hat naskirin, ava kirin. Destpêkê alfabe li ser bingeha reforma rastnivîsiya zimanê îngilîzî hatibû çêkirin, ku wek [[Alfabeya romî]] dihat naskirin, lê piştre ji bo ku alfabe kêrî zimanên din jî were naveroka sembolan li gorî taybetmendiya zimanan dihat guhertin<ref>«Originally, the aim was to make available a set of phonetic symbols which would be given ''different'' articulatory values, if necessary, in different languages» // International Phonetic Association. ''Handbook''. P. 195—196</ref>. Mînak, dengê [{{IPA|ʃ}}] (''ş'') di zimanê îngilîzî de bi herfa «c» dihat nivîsandin, lê di zimanê fransizî de bi herfa «x»<ref name="IPA194-196"/>. Lê belê di sala 1988'an de alfabe gîhandin standartekî daku dengên mîna hev ên zimanên curbecur bi heman herfên AFN'ê ve bên nivîsandin<ref name="IPA194-196"/><ref>{{cite journal |last=Passy |first=Paul |year=1888 |title=Our revised alphabet |journal=The Phonetic Teacher |pages=57–60}}</ref>.
 
Ji roja sazkirinê heta niha AFN di gelek guhertinan re derbas bû. Piştî guhertinên tomarî ên di salên 1900'î û 1932'yan de AFN heta Kongreya Kielê ya ku di sala 1989'an de derbas bû, bê guhertin ma. Di sala 1993'yan de sererastkirinên biçûk hatin çêkirin - 4 [[dengdêrên rêza navîn]] ên bidengkirina navendî<ref name="world"/> li ser hatin zêdekirin û sembolên [[dengdarên bêdeng]] ên [[dengdarên teqîner|teqîner]] hatin rakirin<ref name="Pullum">Pullum and Ladusaw. ''Phonetic Symbol Guide''. P. 152, 209</ref>. Guhertina herî dawî di sala 2005'an de hat çêkirin — sembola [[dengdarê lêv-diranî]] yê yekderbik li AFN hat zêdekirin<ref>{{cite web|last=Nicolaidis|first=Katerina|title=Approval of New IPA Sound: The Labiodental Flap|url=http://www2.arts.gla.ac.uk/IPA/flap.htm|year=2005|month=September|publisher=International Phonetic Association|accessdate=2006-09-17|archiveurl=http://www.webcitation.org/61BbSvZjh|archivedate=2011-08-25}}</ref>.
 
== Taybetmendî ==
Prensîba AFN a ereke ji her dengekî re sembolekê çêbike<ref>«From its earliest days…the International Phonetic Association has aimed to provide ‘a separate sign for each distinctive sound; that is, for each sound which, being used instead of another, in the same language, can change the meaning of a word’» // International Phonetic Association. ''Handbook''. P. 27</ref>. Ango ji bo nîşankirina dengekî ew şêwaza bihevdukirina du an sê herfan bi kar nayne<ref group="note">Di [[zimanê îngilîzî]] de carinan ji bo nîşankirina dengekî du herf tên bikaranîn, mînak ''sh'' û ''th'' ji bo dengên AFN {{IPA|[ʃ]}} û {{IPA|[θ]}}/{{IPA|[ð]}}.</ref> an jî herfek ji bo nîşankirina du dengan (wek «[[x]]» ji bo [ks] an [gz]). Eger tu zimanekî cîhanê yê ku tê zanîn di navbera du dengên nêzîkî hev, lê naşibin hev de firqiyê naxe navberê, AFN herfeke taybet ji wan dengan re çênake. Mînak, di zimanê kurdî de herfên "p" di gotinên "pîr" (jina bi temenê mezin) û "pîr" (asta ruhaniyê) de wek hev nayên bilêvkirin, û li gorî bilêvkirinê wateya gotinê diguherînin, ji ber vê yekê AFN ji bo dengê "p" ê di gotina "pîr" (jina bi temenê mezin) nîşana {{IPA|[p]}} diyar dike, ji bo "p" ê di gotina "pîr" (asta ruhaniyê) nîşana {{IPA|[pʰ]}} diyar dike. Bi gotinên din, ev taybetmendiya dide xuyakirin ku AFN alfabeyeke [[fonematîk]] e, ne [[fonetîk]] e.
 
Di AFN de 107 herf [[dengdar]] û [[dengdêr|dengdêran]] destnîşan dikin, 31 — [[nîşanên diyakrîtîk]] bilêvkirina herfan zelaltir dikin, û herwiha 19 nîşanên ku taybetmendiyên wek dirêjbûn, ton, [[derbik]] û [[întonasyon]] diyar dikin hene.
 
== Girêdanên Derve ==