* [[1932]] -– Komara Tirk ji bo Kurdan [[Zagona Îskana Mecbûrî]] derxist.
* [[1994]] -– Hêzên artêşa Tirk avêtin ser gundê Turaliyê. Birayên Îkram Îpek û Servet Îpek û Seyîtxan Yolur hatin binçavkirin û paşê jî ti xeber ji wan nehat girtin.
* [[2009]] -– Rojnameya kurdî [[Hawar (rojname)|Hawar]] dest bi weşanê kir.
=== Cîhan ===
* [[1930]] -– Li Bîrmanyayê erdhej çêbû. Di encama vê karesatê de 6 hezar kes jiyana xwe ji dest dan.
* [[1930]] -– Peymana aştiyê ya di navbêra Japonya û Çînê de hate mohrkirin.
* [[1949]] -– [[Konseya Ewropayê]] bi beşdariya 10 welatan li Strazburgê hate damezirandin.
* [[1972]] -– Qezeyeke din ya balafiran çêbû. Balafira Alîtalîa DC-8 kete xwarê~: di encama ketina balafirê de 115 kes mirin.
* [[2000]] -– Tav, Merkûr, Venûs, Mars, Jûpîter û heyv hatin rastî hev.
== Zayîn ==
* [[1818]] -– Nivîskarê berhema bi navûdeng ya bi navê Kapîtal û xwediyê ilmê Marksîzmê [[Karl Marks]] ji dayikbû.
== Mirin ==
* [[1821]] -– [[Napolyon Bonaparte]] mir.
* [[1995]] -– Gerîllaya Kurd [[Şadiye Turan]] ya bi navê kod Xezal li herêma Başkale jiyana xwe ji dest da.
* [[1999]] -– Gerîllayê Kurd [[Taceddîn Şahîn]] yê bi navê kod Ferhat Berwar li navçeya Başkaleyê li dijî çeperên artêşa Tirk çalakiyeke cangorî lidarxist.