Kurdistana Sor: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
ceribandin |
kurtesererastkirin |
||
Rêz 7:
*Paytext: Laçîn
*Zimanê fermî: Kurdî (zaraveyê Kurmancî)
Kurdistana Sor ji aliyê [[Josef Stalin]] ve li ser daxwaza [[Tirkiyê]] û [[Îranê]] tê hilweşandin û Kurdên herêmê yên ku dewleta xwe diparêzin tên kuştin an sirgûnkirin
Di sala 1992'î de bi pêşengiya [[Wekîl Mustafayev]] dest bi ji nûveavakirina otonomiyê xebatên girîng tên kirin. Mixabin di nava Kurdên YKSS´ê de hevgirtinek baş ava nabe. Dewleta Ermensitanê piştî hilweşîna YKSS´ê polîtîkaya xwe ya Kurd diguherîne û hebûna Kurdan li Ermenistanê înkar dike. Kurdên li Ermenîstanê pirranî Êzîdî ne û Ermenistan dibêje "Êzîdî hene li welatê me lê Kurd nînin. Êzîdî bi eslê xwe Ereb in û Kurd jî dijminê me ne, me qirkirine". Hin şêx û mezinên Kurdan jî bi viya dixapin û ji doza Kurdistana Sor vedigerin. Kurdên Azerbeycanê jî pirranî Misilman in û wan jî bi heman siyasetê Azerbeycan dixwaze bixapîne.
Doza ku Mustafayev û ronakbîrên Kurdan destpêkiribû serî de ji nebûna yekitiyê û dûv re jî bi pêkutiyên Rûsya, Tirkiye, Îran, Azerbeycan û Ermenistanê têkdiçe. Mustafayev ji destê artêşa [[Azerbeycan]]ê û peyayên kujer ên Tirkiyê difilite û wekî penaber xwe digihîne [[Îtalya]]yê.
Niha Kurdên Sowyetistanê (YKSS) di bin zilma gelên serdest de ne. Li Azerbeycanê nasnameya Kurd êdî tê înkarkirin û dixwazin Kurd ji Azerbeycanê derkevin. Dîsa [[Ermenistan]] jî heman polîtîkayê dimeşîne. Kurdên Kurdistana Sor koçberê nava Rûsya û welatên rojava yên Ewropa dibin û di rewşeke kambax de dijîn.
|