Laliş: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
B روبوت إضافة: ru:Лалыш |
BKurteya guhartinê tine |
||
Rêz 4:
Pîr Xidir Silêman
Piraniya nivîskarên, ku li ser Êzîdiyan nivîsandine, geliyê Lalişê jî anîne ser ziman. Gotine, ku ev gelî li cem Êzîdiyan pîroztirîn cih e, jiber ku Laliş cî û warê bêtirîn xas û babçakên wan e û wekî din jî herdu kaniyên pîroz "[[Kaniya Spî]]" û "[[Kaniya Zimzim]]" li wir diherikin.
Hindek ji wan nivîskaran pesnê xweşbûn û delalbûna vî gelî dane û li er bayê wî yê hênik û dar û deviyên wî nivîsandine. Lê belê bi kurtî li ser qub û avaniyên wî hatiye nivîsandin. Hinekan giraniya nivîsarên xwe berdane ser fermanên dijwar, yên li herêma Lalişê hatine serê Êzîdiyan. Beşekî ji wan nivîskar û lêkolînvanên rohilatê baweriya xwe li ser dîroka Laliş û xwediyê wê dane.
|