Îsa: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xqbot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.3) (Bot: lo:ພະເຍຊູ lo:ພຣະເຢຊູ olarak değiştiriliyor
Rêz 21:
Çaxê ew hat [[Orşelîmê]] (Qudsê), ew li gor daxwaza serwerên Cihûyan ji aliyê Romayiyan ve hat xaçkirin (Metta 27). Wek ku wî berê gotibû, piştî sê rojan ew ji nav miriyan rabû (Metta 28), xwe nîşanî şagirtên xwe da û piştî çil rojan vegeriya ezmên (Karên Şandiyan 1). Wî soz da ku ewê li dawiya demê vegere û wan ên ku li pey wî diçîn, bibe ba xwe (Yûhenna 14:1-4). Di Roja Dawî de ewê dîwana hemû mirovan bike (Metta 24-25).
 
== [[Şagirtên Îsa Mesîh]] ==
 
Îsa Mesîh diwanzdeh şagirt hilbijartin, da ku ew tevî wî bin û ji wî hîn bibin (Metta 10:1-4). Piştî hilkişîna Îsa Mesîh a ezmên, Xwedê Ruhê Pîroz da wan (Karên Şandiyan 2) û bi qewata Ruhê Xwedê ew çûn her derê û Mizgîniya Îsa Mesîh didan bihîstin (Karên Şandiyan 8-28). Di nav şagirtan de yên herî nasdar ev in: Petrûs, Aqûb û Yûhenna.
 
Îro li hemû dinyayê ji du milyar mirovan bêtir Xiristiyan hene; heyf û mixabin gelek ji wan ji hînkirina Îsa Mesîh dûr ketine.
 
== Hindareya Îsa Mesîh ==