Hevalên derewîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Zanistvan (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû: "HEVALÊN DEREWÎN Hin peyv hene ku bi temamî yan pirr wek hev in lê ziman yan zaravayên cuda de yan jî li deverên cuda maneya wan cuda ye. Mirov bawer dike ku ew peyvên nas ..."
(Cudahî nîne)

Guhartoya 07:13, 7 kanûna paşîn 2013

HEVALÊN DEREWÎN

Hin peyv hene ku bi temamî yan pirr wek hev in lê ziman yan zaravayên cuda de yan jî li deverên cuda maneya wan cuda ye. Mirov bawer dike ku ew peyvên nas in lê dibe ku mirov xelet wan fehm bike. Navê peyvên wisa "hevalên derewîn" yan "hevalên çewt" e (bi inglîzî: "false friends").

Bo nimûne, peyva "pirr" di kurmancî, soranî û zazakî de heye lê di kurmancî de wateya wê "gelek" e lê di soranî û zazakî de maneya wê "tijî, tije, dagirtî" ye.

Dîsa peyva "mil" di kurmancî de maneya "beşa jorîn ya destan" dide lê di soranî û zazakî de wateya "stû" dide.

Di kurmancî de peyva "kin" li hin deveran heye û maneya "kurt, ne dirêj" dide. "Kin" di hin devokên soranî de jî heye lê maneya "(li) ba, (li) cem, (li) nik" dide.

Di kurmancî de peyva "kir" ji lêkera "kirin" e. Lê di zazakî de "kir" maneya "kîr" ya kurmancî dide.

Di kurmancî bi xwe de jî bo nimûne peyva "poz" li hin deveran maneya "difin, bêvil, kepî, organa bêhnkirinê" dide lê li hin deran jî maneya wê "qûn" e. Wateya peyva "pêsîr" li hin deran "bersîng, paxil, memik, çiçik" e lê li hin deran jî ew maneya "navran, navbera herdu piyan" dide.

Di inglîzî de "gift" maneya "diyarî, hediye" dide lê di almanî de maneya wê "jehr" e...