Dildar: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 2:
'''Dildar''' (z. [[20'ê reşemiyê]], [[1918]] − m. [[12'ê tîrmehê]], [[1947]]<ref>[http://www.rojnivisk.com/pdf/A-K.pdf Dengbê û Stranên me, Destan û Folklor, Hesenê Alê]</ref> an jî [[20'ê kewçêrê]], [[1948]]<ref>[http://www.iranicaonline.org/articles/deldar-yunes DELDĀR,YŪNES MELA RAʾŪF]</ref> [[Hewlêr]]) yek ji wan helbestvanê navdar e li [[Kurdistana Başûr]]. Navê wî yê rastîn '''Yunis Re'ûf''' e, wek gelek nivîskarên [[kurd]] wî jî, ji xwe re naznavek dîtiye: Dildar, bi salan bi vî navî ve hatiye naskirin. Dildar di sala 1918'an de li bajarê [[Koye]]yê hatiye dinê.
 
Dibistana pêşîn li [[Ranye]]yê, dibistana navîn jî li bajarê [[Hewlêr]]ê di sala 1935an1935'an de qedandiye. Piştî xwendina navîn ew diçe bajarê [[Bexda]]yê li wira zanîngeha dadimendiyê diqedîne, çend salan wek [[awûqat]] kar dike.
 
Di van salan de dest pê dike doza xizan û belengazan diparêze, li dijî neheî û zordestiyên li welêt û li derveyî welêt dengê xwe bilind dike. Ji aliyê din mijûliya wî ya li ser edebitata cîhanê û rohilatê zêdetir dibe, dîroka [[Yunan]], [[Fransa]]yê, [[Tirkiye]]yê û [[wêje|edebiyata]] van welatan gelek bala wî dikşîne.
Rêz 13:
Di salên [[şerê cîhanî yê duyem]] de helbestên Dildar li ser bingehekî gelek demokrat û mirovhez tên nivîsîn. Dildar ji aliyê din di bin bandûra edebiyata fransî de jî maye, ji helbestên [[La Fontaine]], [[La Martine]] wergerandiye zimanê kurdî.
 
Çend kurteçîrok jî nivîsîne û di kovara [[Gelawêj]] de hatine weşandin, ji wana çend heb jî wek destnivîsar mane. Dildar di sala 1947-1948'an de, dema ku dikaribû gelek berhemên mayîn pêşkêşî gel bike, di dawiya mirineke bêwext diçe rehmetê. Lê belê berhemên wî wek ''Ey Reqîb'' îro ji sînoran derbas bûne û wek efrandinên nemir di nav gel de belav bûne û dijîn.