Wîkîpediya:Kurdîgeh: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Şêr (gotûbêj | beşdarî)
Guhertoya 504036 ya 178.173.208.154 (gotûbêj) şûnde kir
bersiv bo Delalo-s
Rêz 244:
 
Kurdipedia@hmamail.com</big>
 
== Bersiv bo Delalo-s ==
Berê ez li ser navê xwe sipas dikim ku te em rexne kirine. Em dizanin rexne ji hezkirinê tê û heger alternatîvekê pêş dike, rexne dibe rexne. Xwezî we serpêhatiya 6 heya salan jî bidaya ber çav ku kedkarên me çendîn caran li rê û çareyan geriyane.
 
Ez ê yeko yeko bersiva we bidim.
"..Gellek eşkere û sebebê acisiyê ye ku hun nivisên amatorî, bêserûberî û ji kaliteyê bêpar belav dikin, wekî ku tenê bo kêfa xwe û bo zêdekirina rûpelan wan nivisan amade dikin û diweşînin, ne ji evîn û eşqê, ya bo rastiyan, bo derxistina wan, bo ronîkirinê û ronîbûyinê. Eger mirov wê hewl, niyet û dilsoziyê li cem we bidîta, dê mirov heq bidana wê bersîva xweparastinê ya ku bêşik hunê bînin ziman, ku "em bangê herkesî ku werin û beşdar bibin dikin, lê kesek nayê û em mane tenha serê xwe û hewqas xebatê dikin, tu radibî wa dibêjî! Ma ev jî heq e?" ûwd. Rûpelên Wikipediaya Kurdî gelek in ku hun çawa daxwaz an pirsyara beşdarekî bi tundî bersîv didin û wan pîs dikin. Lê, yê ku çavên xwe saxlem e û hişê wî li serê wî ye û li Wikipediaya Kurdî binêre, dê bivîne ku tu xebatek û berhemên we li ortê nînin, xeynê çend nivisên sivik û xapînok û hun zarokên ku wikiyê bo xwe kar tînin wek leyistok. Belê, zarokên ku wê fehmê nakin ku Wikipedia wek ders û dibistan û mamoste ye û lazim e alim û zana naveroka wê dagrin û xwendevan ronî bikin. Mixabin ne nîşana wî fehmê, ne jî ya vê rastiyê li cem we diyar e, ku eger alim û pispor nebin, ev wikipedia tune be jî dibe. Hele hele bo me Kurdan, Wikipedia bi vê halê xwe tune be, her çêtir e - ji ber ku hun bi temsîla Kurdan li wir in û derûdor jî we wusa dibîne.."
 
* Me rexnekar ti carî pîs nekirine. Ev ne rast e. Carnan hinekan xwestine vira wekî bloga xwe bikarbînin, helbest, nivîsar hwd bar kirine, dema me jê biriye, hinekan dilê xwe girtine, polemîk derketine. Em bo kariyer vê karê nakin, heger wisa ba, me yê bi navê xwe xebat bikira. Hin ji me hene ku xwedî pîşeyek in, pirtûkên wan hene û di nava întelijansiya kurdî de naskirî ne. Bi xwe ev ji ne girîng e. Me hewl daye xwe gorî zanîn û behremendiya xwe, xebatê bikin. Îcar helbet mirov nikare di her warê jiyanê de kêrbar be. Ji aliyê kalîteyê ve wîkiya me ji ya azerî, ermenî, bulgarî û gelekan çêtir e. Wîkiya azerî rasterast dijminiya gelan dike. Alimên kurdan ketine Facebookê, bi tirkî suhbetê dikin. Kê derî ji wan re girtine. Tenê min, demekê ji 46 rojnamevan, zanayan re name şand ku tevlî me bibin. Nayên. Karîyerîst ew in, ne em.
 
"..Nimûneyên konkret hene ku tevahiya nivîsên niviskarek dî hatiye “deynkirin”, bêyî ku çavkanî an xwediyê nivîsê were destnîşankirin, ku ev yek jî “dizîn” e (ing., “plagiarism”) û yekser li dijî prensîp û qaydeyên Wikipediayê ye. Ma we got qê der û dor vê yekê nabînin, hele hele ew xêrnexwazên ku we monîtor dikin? Vêca bi salan berdewamiya vê rewşê, ME krîmînalîze nake û wekî Şûrê Demokles li ser stûyê ME nîne? WÊ çaxê mirov çawa bikaribe mafên xwe biparêze, neqeqiyên hember xwe destnîşan bike? Bêşik mirov ê nikaribe.."
 
* Meseleya dizînê jî ne rast e. Me çend gotar ji Lotikvan, pirtûkeke anatomiyê ûêd girtibûn, çavkaniya wê jî daye. Xwezî bila bikêr bana, em jî bibana diz. Gelo hûn dikarin mînakan bidin? Heger me hin jibîr kirine, em ê sererast bikin. Jixwe xebata me ev e, gotaran aktualîze dikin. Gelo ew xêrnexwazên me monîtor dikin kê ne? Nizanim ka çima ji pênûsa we ev peyvên ku bêhna hezkirinê jê nayên barîne.
 
"..Îroj Wikîpediaya Kurdî wek malperek adetî ye bo rêvebirên wê û bi tu awayî naşibe ansîklopediyek û qet jî naşibe malê milletek ku ji xwe hez dike, xwe diparêze û pêş ve dibe û dixwaze rojek beriya rojê, xwe azad bike.."
 
* Ev rast e. Ji gelek wîkiyan baştir bin jî, dilê me jî pê qayîl nabe.
 
1 - Wikipediaya bi formata xwe zelal, kêrhatî û serhev (compact), dê fonksiyona dewletek merkezî û yekgirtî bîne cîh, ku ew yek bo merkezîkirin, ragirtin û belavkirina berhemên afirandî, lazim e.
 
* Rast e.
 
2 - Her çiqas ku Kurdistana Azad roniya çavê me be jî, projeya Wikipediaya Kurdî dê hem ji îmkanên ku ew azadî û dewletbûyinê pêşkêş dike, îstifade bike, lê hem jî ji pirsgirêkên civakî û siyasî azad be û girêdayê civaka medenî (sivil) ya Kurdistanê be.
 
* Kakacanan riya şêxên ereban girtine. Dilê wan bi alfabeya latînî, heya bi giştî bi bakuriyan ne germ e. Rewşa wîkiya soranî bi we eyan e. Çendîn zanîngehên wan hene. Her mamosteyan wan xwedî 2-3 jinan e. Gelo hûn ê bêjin me qet neceribandiye? Me ji wan re nenivîsiye?
 
3 - Ew zana, lêkolîner, xwendekar, ûwd. ên ku ta wê rojê bi awayek tenha, teng û ji hevûdu bêhay kar dikirin, di Wikipediayê de dê kom bibin, ji hevûdu îstifade bikin, babet û xebatan parve bikin, ango sîstema pisporî damezrînin (specialisation), û bedenek kollektîf û effektîf ava bikin. Her kar û her berhem ê bo armancek taybet be, di nav sîstemek berfirehtir de.
 
* Me nekariya civîna xwe jî saz bikin. Niha di hewla civînê de ne. Em ê deklarasyonekê amade bikin.
 
4 - Ew kesên ku îroj bêyî kontrol, rexne û encamstendin di nav mijûlahiyan de ne, nuha dê mecbûr bin ku "rastiyên xwe yên şexsî" derxin ronahiyê û binêrin ka çi dib, ew ê bibe xwedî wê îmkanê ku berhema wî derhal were rexnekirin û biryar li ser were girtin ka dê were guhertin û temamkirin, redkirin and ecibandin. Ev proseya dê bi lez bimeşe û wendakirina wext tune be, û her wisa dê alimên saxlem û jêhatî, ji yên dî cuda bibin.
 
* Hîç behsa aliman nekin hêja. Bi ya min alimên kurdan bi xwe bûne kelem. Wekî dêvên kaniyan dixitimînin, ne derdikevin ji kunên avan, ne jî avê didin gel.
 
Qasî ku min fahm kiriye, pirraniya nivîsan ji aliye çend kesî ve têne nivîsîn, ku ev yek bi xwe ji aqil û cîddiyetê dûr e. Ango, bi ku heta nîroj hatiyê, dê nemeşe. Her biryarên ku hun ê ji nuha pê ve bidin û her gavên ku bavêjin, gelek giring in û ji we daxwaz dikim ku hay ji wan bin ku bila rast û pak bin.
 
* Mixabin wisa ye, kêm karberên çalak hene. Min bi xwe 5-6 hezar gotar nivîsandine. Çi bikim? Berdim herim? Gelo cenabê we çima tevlî me nabe, gotarên bi aqil û cîdiyetê hatine ristin nanivîsînin? Gelo mafê me jî nîne ku em viya bêjin?
Ez van yekan bo we dibêjim, ji ber ku hun li wir in û bi çend gavan li hindir in. Herwisa, daxwaz û armanca min ne ew e jî ku wê çembera teng ku we li dora xwe pêçaye, zeximtir bikim û ser de vê barê giran deynim ser milên we. Nexêr, dizanim ku eger hun niyeta xwe ya derbarê vê projeyê, bi xwuşk û brayên soranîaxêv re hevpar, diyar bikin, gotûbêjên berfireh, bi beşdariya Kurdên dî yên jêhatî, tê kirin û bi projeyek zelal, mirov berê xwe dide gelê xwe, ku ew bi xwe li bendê ne. Bêşik ew gel ê xwedî li xwe derê û bo serketina vê karê destê xwe dirêj bike.
 
* Biraderên soranîaxêv bila hema beşa soranî geş bikin. Hejmara gotarên soranî eyan e. Ew xwedî dewlet in, baş bi kurdî dizanin, bi kurdî perwerde dîtine, zankoyên wan hene, pereyê wan hene hwd. Waye îmze berhev dikin ku alfabeya latînî qedexe be. Xwezî we carekê Başûr bidîta.
 
Lê, xwuşk û brayan, bawer bin ku hun çi jî bikin, ya rast û durust ê bibe. Lê, tenê bo xwe jî be, hun ya rast û durust bikin, da ku, qet nebe, sibêroj bikaribin bi serbilindî têkevin nav xelqê xwe.
 
* Gelo em ji bo serê me dakeve dixebitin?
 
Bmx.. --[[Taybet:Contributions/77.22.90.30|77.22.90.30]] 21:00, 21 rezber 2012 (UTC)