Misira kevnare: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû: "Misira kevin navê giştî yê welatê Misira dîrokî (ya berî zayînê) ye. Navê misirî yê vî welatî Kemet e û kare bi 'Warê reş' bê wergerandin. Herwiha, ev gotin ji d..."
 
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
Misira kevin navê giştî yê welatê Misira dîrokî (ya berî zayînê) ye. Navê misirî yê vî welatî Kemet e û kare bi 'Warê reş' bê wergerandin. Herwiha, ev gotin ji deltaya çemê Nîl hatiye wergirtin, li cihê ku her sal ava Nîl bilind dibe û piştî vekişandinê erda der û dorê bi celbên reş tijî dike. Gava celbê tarî zêde bû, ev dihate vê watê ku wê cotkarî pir berdar derbas bibe. Naveke din ê vî welatî 'Ta meri' (T3 mrj) bû û wek 'Welatê hezkirî' tê wergerandin.
 
== Dîrok ==
Pêkhatin û damezirandina çanda misirî digihêje heta demên herî kevnar ên mirovahiyê. Çanda ku îro wek çandeke pêşketî bi nav û deng e di çaxa berî hanedanê de (Predynastic period) destpêkir, gava ku li Misira Jorîn împaratoriyeke yekemîn hat damezirandin. Digel hereketên leşkerî yên îşgalkirinê ev împaratorî her ku diçe berve Deltaya Nîlê meztir dibe. Li wê derê Misira Jêrîn a îro hate bidestxistin - û bi vê pêşketinê yekemîn gava yekbûyîna împaratoriyê hat kirin.