'''Bîra''' [[vexwirak]] e û berê [[ceh]]eyê vedigerînin maltê piştre maltê di bin hin şert û mercan bi ave tê meyandin û şiraya ku hatiye bidestxistin bi leblebûyê tê [[aromatizekirin]] û piştre ji bo fermantasyonê tê sekinandin. Di dawiya vî prosesêde bîra tê hilberîn. Bîra di rewşa ronda xwediyê [[gaza karbondîoksîtê]]ye, bihn u tema wiya taybet heye. Vexwarineki kêm [[alkol]]e(bi hecm %3-5). Peqokên ku di hindûre wîde hene, ji ber [[karbondîoksît]]ê çêdibin. Alkola ku di bîrayêda di dema mayandinêda ji ber xwe tê hilberîn û ji derve meriv nikare alkolê tevlî prosesê bike.
[[Rêja Alkolê]] ya bîrayê, li gor zêdebûn û kêmbûna malta ku di hundirê şira birayê tê guherandin. Malt, cehiya ku şindayî tê zûhakirin û pist re tê qelandin. Hilberîna wî direji heya berê mîladê dibe û di nava vexwarinada bîra ciheki taybet digre.
Ji bo hilberîna bîrayê maddêyên xam û hilberîna lîtrekî bîra ev tişt lazimin.
TABLO: 1
{|
|Yekeya [[maddeya xam]] || Mîqdara ji bo malt
|-
|1 Kg || cehe Kg. 1,3
|}
'''Ji bo hilberîna lîtreyek bîra'''
[[Malt]] Gr. 175
Maddeya îlawe
[[Birinc]] Gr. 30
[[Leblebû]] Gr. 1,7
[[Hevirtirşê Bîrayê]] Gr. 5
Maddêyên îlawe ên ku tevlê maltê dibe li gor cûreyên xwe û li gor methoda hilberînê tên guhertin. Bîra li gor fermantasyona bin û ser vediqete du besa. Beşa yekemda [[Pîls]], [[München]], [[Dortmund]] û beşa [[fermantasyon]]a ser jî [[Ale]], [[Stant]] u [[Kölsch]] hene.
== Wateyên din ==
'''Bîra''' ( bi tirkî: Üçkuyu ) jî gundekê girêdayî navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya girêdayî Mêrdînê ye. Li [[Bîra, Dêrika Çiyayê Mazî]] binêre.