Wan (parêzgeh): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 51:
 
Taybetiyeke din a coka Menua ev e ku, li ser dîwarên piştevan û cihên nêzî coke bi giştî panzdeh nîvîstekên avahî yên bi bizmar hatine bicihkirin.
 
=== Dêrên Wanê ===
Li Wanê gelek dêrên dîrokî hene, wek
* [[Axtamar|Dêra girava Axtamarê]],
* [[Dêra Adirê]],
* [[Dêra Çarpanakê]],
* [[Dêra Bartolomeyo]] li Dêrê,
* [[Heftdêr (Wan)|Heftdêr]].
 
==== Dêra Axtamarê ====
{{Gotara bingehîn|Axtamar}}
[[Wêne:Aghtamar NW.JPG.jpg|thumb|Dîmenek ji dêra Axtamarê]]
[[Axtamar|Girava Axtirmanê]] 47 km’yan dûrî Wanê û 7 km’yan jî dûrî navçeya [[Westan]]ê ye. Dêr 4 km dûrî bejayiyê ye. Mirov bi keştiyên motorî bi 20 deqîqeyan xwe digihîne giravê. Dêra Girava Axtirmanê di salên 915 û 921'an ên piştî zayînê de ji aliyê avahîsaz û keşîş Manuel ve di dema [[key Gagîkê yekem]] de hatiye avakirin.
 
Navenda dêrê bi qubekî û xaç jî bi şêweya keta çar belgî hatiye çêkirin. Bilindahiya qubeyê jî ji erdî 20,40 metro ye. Li der dora dêrê kevirên pirpişandî û mijarên olî û rojane yên ku ji [[Tewrat]] û [[Încîl]]ê hatî wergirtin û sehneyên nêçîrvaniyê hene.
 
Avahiyên li dêrê di sala 1113'an de bûne keşîşxane û heta salên 1895'an de jî ev der di herême de bûye navenda [[patrîkxane]]ya ermeniyan. Di dawiya sedsala 13'an de şapek li aliyê rojhilatê dêrê di sala 1296'an de jî [[şapel]]a ([[kapel]]a) aliyê rojavayê başûr hatiye çêkirin. Têketina dêrê û Birca Çanê di destpêka sedsala 19'an de [[jamatun]] jî di sala 1763'an de hatiye çêkirin.
 
===== Çîroka navê ''Axtamar'' =====
Keçikeke xweşik a bi navê Tamara ya keşeyekî hebûye. Dilê Tamarayê dikeve şivanekî li qerexa golê dijî. Şivan û Tamara hin rojên hefteyê tên li cem hev û bi hev re diaxivin. Xort her carê bi alîkariya ronahiya ku Tamarayê nîşan dida dihate cem Tamarayê. Xort her carê vê ronahiyê dişopîne û derdikeve giravê. Rojekî bi awayekî bavê Tamarayê li vê têkiliyê dihese. Bavê Tamarayê bi pêkutiyan ji Tamarayê her tiştî hîn dibe û Tamarayê di odeyekî de heps dike. Piştre jî hatina xort raçev dike. Dema xort tê bavê Tamarayê ronahiyê vêdixe û ew xort jî ber bi ronahiyê melevaniyê dike. Lê belê bavê Tamarayê her tim cihê ronahiyê diguhure û li cihekî sabit namîne. Di dawiyê de bavê Tamarayê ronahiyê li cihekî datîne û xort jî ber bi ronahiyê ve melevaniyê dike. Lê belê ji ber westa xwe ji hal dikeve û di vê navberê de bavê Tamarayê bi ber û daran êrişî xort dike. Her çiqas xort dixwaze jî nikare paşve bireve û li wir noqê binê avê dibe. Xort di nefesa xwe ya dawî de dibêje Ax… Tamara û bi nalenal noqê binê avê dibe. Ev çîrok jî ji wê rojê heta roja îro tê vegotin.
 
== Nifus û navçe (2000) ==