Cudahiya di navbera guhertoyên "Înanna" de

4 bayt hatine jêbirin ,  berî 14 salan
kurteya guherandinê tune ye
Îştar navê [[Asûrî]] yê xwedaya [[Sumerî|Sumeriyan]] a binavê '''Înanna''' ye. Navê Îştar li cem samiyên Bakurrojava [[Astarte]] bû. Wekî din navên Anunit û Atarsamain herwiha Îştar destnîşan dikin. Banga [[Ya Star]] di Kurdî de xuya ye navê xwedayekî nîşan dide û bi dibêtiyeke mezin şûnmayiya navê Îştar e. Înanna cêwiya [[Ûtû]]/[[Şamaş]] e, herdu jî zarokên [[Nanar]]/[[Sîn]] in. Navên ku pêşî li wan hatin kirin Sumerî ne, navên paşê ji [[Akadî]] tên. Akadî samî ne û ber bi welatên Sumeriyan ve koç kirine.
 
Di astrolojiya dereng a [[Babîl]]î de pêwendiya Îştarê bi [[Gelawêj|Gelawêjê]] (Venus) re didanîn. Li cem Sumeriyan navê [[pêyk|pêyka]] Gelawêjê "Mil.Dili.Pat e û wateya wê "stêrka yekane" ye. Wateya navê Înanna jî "Xanima mezin a An" e û "An" jî navê xwedaya ezmanan e. Der barê koka navê Îştar de gelek nîqaş hene, lê bi pirranî tê bawer kirin ku ev nav ji zimanên Samî tê. Ji ber ku bandora ne Samiyan li ser ol û mîtolojiya vê herêmê têra xwe nehatiye şopandin û ji ber ku hin çandin gelekî bi hêz lê nenivîskî ji nedîtî ve tên dîtin, der barê pêwendiya gotina "Star" û banga "Ya Star" di Kurmancî de û navê Îştar de tiştekî berçav nîne.
596

guherandin