Hindistan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Escarbot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.5.5) (robot serzêde kirin: tt:Һиндстан
Kurteya guhartinê tine
Rêz 43:
Hindistan piştî [[Çîn]]ê, ji aliyê gelheya xwe ango mirovên lê dijîn ve duyem mezintirîn welatê cîhanê ye. Ew herwiha duyemîn welat e bi berfirehiya xwe ya zemînî ango erdî ve. Li başûrê wê [[Okyanûsa Hindî]], li başûr rojava [[Deryaya Erebî]], li başûr rojhilat [[Kendava Bengalê]], li bakur rojhilat [[Bûtan]], [[Çîn]] û [[Nepal]], li rojhilat [[Bangladeş]] û [[Myanmar]] hene, herwiha tixûbên wê li rojava bi [[Pakistan]] re heye. Bi tevahî dirêjahiya peravên Hindistanê 7.517 km ne.
 
[[Şaristaniya Geliyê Hindê]] herêmeke dîrokî ye ku di demê berê de navenda bazirganiyê û çandê bû. Gelek caran bûye navenda împeratoriyên dewlemend û bihêz ên cîhanê.<ref>[http://books.google.com/books?id=SXdVS0SzQSAC&printsec=frontcover#v=onepage&q&f=false Pirtûka Burton Stein a bi navê ''A History of India'']</ref> Hindistan dergûşa çar dînên cîhanê ([[Hinduîzm]], [[Budîzm]], [[Jainizm]] û [[SîxîzmSîhîzm]]) ye, herwiha [[Zerdeştîtî]] li wir jiyan kiriye. Dînên mîna [[Xiristiyanî]] û [[Îslam|Misilmantî]] heta sedsala dehan gihaye axa Hindistanê.<ref>[http://books.google.com/books?id=dwzbYvQszf4C&printsec=frontcover&hl=en#v=onepage&q&f=falsePirtûka Malik Mohamed a bi navê ''The foundations of the composite culture in India'']</ref>
 
Aboriya Hindistanê di cîhanê de ya nehemîn mezin e.<ref>[http://www.imf.org/external/pubs/ft/weo/2011/01/weodata/weorept.aspx?sy=2008&ey=2011&scsm=1&ssd=1&sort=country&ds=.&br=1&c=534&s=NGDPD%2CNGDPDPC%2CPPPGDP%2CPPPPC%2CLP&grp=0&a=&pr.x=49&pr.y=13 Agahî di derbarê aboriya welat de]</ref> Bi reformên aborî yên sala 1991ê rewşa aboriya Hindistanê gav bi gav bi pêş ket. Hindistan welatekî xwediyê çekên nûkleer e. Herwiha artêşa dewletê di cîhanê artêşa çaremîn mezin e.
Rêz 124:
 
== Dîn ==
Hindistan ji aliyê çand û dînan ve gelek dewlemend e. Gelek ayînên xweser ên Hindistanê hene. Li ser axê Hindistanê dînên mîna [[Hinduîzm]]ê, [[Budîzm]]ê, [[Jainizm]]ê û [[SîxîzmSîhîzm]]ê li vir derketine. Herwiha ji ber êrîşan û rewşa wan a nebaş bawermendên zerdeştî jî koçî Hindistanê dikin ku niha civateke wan a berbiçav li Hindistanê heye. Piştî sedsala dehan ayîna îslamê jî digihe welatê Hindistanê. Herwiha ayîna Xiristiyanê jî li Hindistanê peyde dibe. Di sedsalên bûrî de bi saya êrîşên êlên misilmanan baweriya îslamê pêl bi pêl li Hindistanê belav dibe. Lê ev gelekbûna civata misilmanan li Hindistanê her tim bûye sedema pevçûnên di navbera hîndu û misilaman de. Herwiha împeratoriya Hindistanê ku axa Pakistana niha jî di nav de bû ji sedema nakokiyên di navbera misilman û hinduyan bû du parçe. Bi salan gelek pevçûn di navbera misilman û hinduyan pêk hatin û gelek mirov ji her du aliyan jiyana xwe ji dest dan. Hindistan yek ji dewletên sereke ye ku gelheya wê ya misilman gelek e. Lê dîsa jî li gorî hejmaran baweriya hinduîzmê dînê sereke yê Hindistanê ye. <ref>http://books.google.com/books?id=DPWGpVvBvx8C&pg=PA135&hl=en#v=onepage&q&f=false</ref>
 
== Herêmên Rêveberiyê yên Hindistanê ==