Sarinc (alav): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomarkirin
 
Kurteya guhartinê tine
Rêz 2:
[[Wêne:Bundesarchiv Bild 183-21044-0122, Leipziger Messe, VEB Kühlanlagenbau Dresden.jpg|thumb|Fûara Leipzigê 1953, saricoka malê 200 l bi fonksiyona qerimandina zêde]]
 
'''Sarinc''', sarincok, sarker, dolaba bûzê alaveke elektronîk e, bi pergala bikaranîna gazên herikbar dixebite û bo parastina xurdemeniyan kêrbar e. Xurdemeniyan bi sarkirinê, qerimandinê diparêze. Lewra di sermayê, di nava qeşayê de, xurdemenî zû xirab nabin. Di malê û kargehê de gelek tê bikaranîn.
 
== Dîroka sarincê ==
Cara berê, ji bo pêdiviya malê sala 1913'yê li Chicagoyê[[Chicago]]yê hatiye çêkirin. Markaya wê Domelre bû û bi elektrîkê dihate xebitandin. Derî û skeleta wê ji darê bû. Motora wê li jorê bû û bi qasî nivê sarincê mezin bû.
 
Beriya sarincê jî mirovan bi riya sarkirinê, qerimandinê xurdemeniyên xwe diparastin, qet nebe temenê bikarana wan dirêj dikirin. Beriya 3 hezar salan jî mirovan bi vê rêbazê dizanibûne. Lê bi derketina sarincan ve, di warê qerimandinê de şoreşeke mezin rû da.
 
Sala 1806'ê ango pirr berê ji bo kargehan [[Frederic Tudor]] sarkerek çêkiribû. Ev ji bikaranîna cemedên heyî pêk dihat. Wî ji cemseran[[cemser]]an (polanan) bi keştiyê cemed dianî, heya biheliyan ji wan sûd werdigirt. Wî bazirganiya bûzê jî dikir, tenê sala 1850'yê 150 hezar ton cemed firotibû.
 
Derbareyê sarkirina mekanîk de mirovhiyê hin tişt dizanîn, Sala 1790'ê du brîtaniyan patenta sarkirina mekanîk jî girtibûn, [[Thomas Harris]] û [[John Long]]. Paşê gelekan serê xwe bi teknîkên sarkirinê re êşandin û [[John Gorrie]] (1803-1855) bo bazirganiyê alavekê ku cemedê çêdike ava dike (1844-Apalachicola, [[Florida]], [[DYA]]).
 
Di hilberîn, bazirganî û bipêşxistina sarincê de alman pêşengiyê dikin. Gelek cureyên wê yên bi teknîkên cuda tên xebitandin, li [[Almanya]] tên çêkirin.
 
== Komên sarincan (gorî teknîkê) ==
* [[Kompressorsarinc]], sarincên bi teknîka kompressorê dixebitin
* [[Sarincên tuvanker]], bi teknîka tuvandinê, mijandinê dixebitin (bi av, amonyakê)
* [[Termoelektrîksarinc]], sarincên bi termoelektrîkê dixebitin
 
== Gotarên têkildar ==
* [[Zorsarinc]], kûrsarinc, sarincên zêde diqerimînin
 
== Girêdanên derve ==
*[http://www.leifiphysik.de/web_ph09/umwelt_technik/07kuehlschrank/kuehlschrank.htm Funktionsweise eines Kompressorkühlschranks - Agahdarî li ser kompressorsarincan] ([[LEIFI]]) (almanî)
 
[[Kategorî:Alav]]