'''Civak''' komeka [[kitkesan]] e ko berjewendîyênberjewendiyên hevpişik, û reng e, [[ferheng]] anko çand û [[damezrayî]] anko înstîtûtên xwe yên hevpişik hene.
== Nav û karanîn ==
Peyva [[Kurdî]] ''civak'' ji du parên ''civ'' ji ''civîn''ê û ''ak''ê pêkhatîye. Navek e ji bo diyarkirina civîna kitkesan li dor hev. Ev peyv ji peyvên nû yên zimanê Kurdî ye ko berîyaberiya nîvîyanîviya duyê ji sedsala 20'ê bi vê ramanê nebûye. Peyva [[Inglîzî]] ji bo wê ''society'' ye ko li sedsala 15'ê bi vê ramanê xweyabû. Ev peyv wekiî piranî ya peyvên bi wê ramanê di piranî ya zimanên [[Ewrûpayî]] da ji peyva [[Fransî]] ya ''société'' û [[Latînî]] ya ''societas'' anko ''bi dostanî civîna digel xelkê dî'' û ji ''socius'' anko ''heval, dost, hevrê û şirîk''î hatîye. Veşartî di ramana hemîyanhemiyan da kombûn an civîneka li dor berjewendî û xemên hevpişk heye.
Di zanistên sîyasî da, ev zarav ji bo hindê bikardihêt ko behsa peywendîyênpeywendiyên tevaneyên mirovan bihevra bikin, li beranberî [[Hukmet|Hukmetê]], anko, sazîyasaziya [[rêvebirin|rêvebirinê]] li welatekî:
Di zanistên civakî da, civak jibo binavkirina destekên xelkî bikardihêt ko [[dozenên (sîstemên) civakî]] yên nîv-girtî pêkdiînin ko têda piranîyapiraniya tikhilîyantikhiliyan dinavbera kitkesên nav destekê bi xwe da çê dibin.
Li goreyê [[Anthony Giddens]], [[civakzanistvan|civakzanistvanê]] [[Brîtanyayî]], hemî civak di yek tiştî da hevdigirin: endamên hemîyanhemiyan di tikhilîyêntikhiliyên civakî yên nijinandî da li goreyê ferheng an çandekê hatine rêkxistin. Lewma, li goreyê wî, çi civak bê ferheng nabin û çi ferheng jî bê civak peyda nedibûn. (Anthony Giddens, Sociology, 4th edition, Polity Press in association with Blackwell Publication, 2001, page 22).
== Werara civakan ==
Civakzanistvan civakan li goreyê astê teknolocîya, peywendîyanpeywendiyan û aborîyêaboriyê dabêş dikin: (1) nêçîrvan û komker, (2) cotkarên sade, (3) cotkarên pêşkevtî, (4) pîşesaz, anko sin'etî. Ev mîna dozekê ye ko pêştir ji alîyêaliyê [[mirovzanistvan|mirovzanistvanên]] wekî [[Morton H. Fried|Morton H. Friedî]] hatine pêşkêşkirin. Ew hemî civakan li hemî ferhengên mirovahîyêmirovahiyê li goreyê werara [[neyeksanî yên civakî]] û dewrê hukmetê polên dikin û disinfînin. Ew dozena polandinê çar sinfan bi xwe ve digirit:
* Destekên [[Nêçîrvan-komker]] ko bi giştî [[yeksanî-bawer]] anko ''egalîter'' in,
* Civakên [[eşîrî]] ko himdek astên [[rêzbendîyarêzbendiya civakî]] û prestîjê heye,
* Nijarên [[çînatî]] ko bi serokan dihên rêvebirin,
* [[Bajêrwarî]] anko ''medenîyet'' bi rêkxistin, herema civakî û damezrayî yên hukmetî yên xwe yên pirgirê.
|