Roman (wêje): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Luckas-bot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.1) (robot serzêde kirin: oc:Roman
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: Otomatîk nivîs guherandin: (-îy(a|an|ê|ên) +iy\1 )
Rêz 71:
* Cî: Di romanê de ji cihê ku bûyer lê diqewime re wargeh (mekan) tê gotin. Di navbera jiyana lehengê/a romanê û wargeh de pêwendiyeke jênager heye. Ji ber ku di navbera mirovê ku li gund û bajêr dijî de cudayî heye, her romannivîs, lehengê/a xwe, li gora rewşa civakî li wargehekî bihingam û guncaw bi cih dike. Bi vî awayî wargeh wekî dekorekê di her romanê de cihekî girîng digire. Ancax di hin romanan de wargeh ji dekoratiyê derdikeve; dibe pêkereke wisa girîng ku bandorê li ser jiyan û hestên lehengê romanê dike. Bo nimûne : Du wargehên ji hev cuda, an jî hevnasiya lehengê/a romanê ya bi du civak û şarezahiyên durî hev , dibe sedema şaşî û tewşbûna wî/ê
 
* Hawirdora Komalî (civak) : Di her romanê de wekî her mirovî/ê hawirdoreke komalî ya lehengê romanê jî heye. Leheng, car heye xizan car heye zengîn e. Her wiha hin caran nezan û hin caran jî têr zana ye. Car heye nîjadperest e. Oldar e. Car heye, pêşverû û şoreşger e. Gelek caran jî xwedî pîşe û hokar e. Di romanê de hawirdora civakî bi du beşan derdikeve pêşberî mirov. Yek; civaka ku leheng pêgirê wê ye. Du; hawîrdora komalî ya ku leheng tê de dijî ye. Ev herdu hawîrdor hin caran heman e û hin caran jî cihê ye. Gava ku cihê be di navbera leheng û civakê de lêkdan, bêahengî an jî nebanektî û ne lihevî rû dide. Çendî ku banektîyabanektiya mirovê/a gundî bi bajêr re çetîn be; ya mirovê/a bajarî jî bi gund re ew qa çetîn e.
 
* Derûnî ([[psîkolojî]]): Mirov di jiyana fîzyolojîk, psîkolojîk û komelayetî de wekî tevayiyekê tê dîtin. Romannivîsê/a serketî, mirov bi vê tevayiyê hilde dest û bi awayekî hunermendane wê pirealiya wî/ê dinirxîne. Çendî ku girîngdayina dahûrandina derûnî, pêtir di romana psokolojîk de derdikeve pêş dîsa jî her romannivîs bêgavî dahûrandin û şayesandina gêtiya hundirî ya lehengê xwe dibe. An na romannivîs nikare bi temamî lehengê xwe bi xwendevan bide nasandin. Bo ku mirov dikaribe bizav û tevgerên lehengên romanê binirxîne bi qasî pêkerên ku bandorê li ser tevgerê dike, hewceyî bi têgihîştina sedemên derûnî jî heye.