Keleha Cizîrê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Pill (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina 194.165.130.93 hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya Erdal Ronahi
Rêz 1:
[[Image:Bircabelek.jpg|thumb|Birca Belek]]
[[Image:Tuerkei_Flagge_Konstruktion.png]]
 
'''Kela Cizîrê''' ji yek cihê dîrokî û kevnare li [[Cizîr]]ê ye
 
Li bakûrê Cizîrê li ber ava [[Dîcle]] ye. Ev kelha xwedîyê şatoyek mezin, di dema [[Gudî]]yan de hatîye avakirin, piştî wan di demê [[Aşûrî]]’yan de ji nove hatiye tamîr kirin. Salên pêşî yê [[Îslamîyet]]ê de hindek tamîrat lê hatine kirin û di demê [[Ebbasiyan]] de jî cîyên xirab boyîn ji alîyê [[Emerê kûrê Ebdilazzîz]] ve hatîne tamîr kirin. Hindek ji vê kehlê bi '''3 qetî''', hindek jî bi '''2 qetî''' hatîye ava kirin. Tevayê kelhê di demê tekûzîya xwe de '''365 ode''' bo.
 
Ji mîrên [[Cizîr]]’ê [[Emîr Seyfeddîn kûrê İzzeddîn kûrê Seyfeddîn]], li ser navê xwe di nava kehlê de “'''Medres’a Seyfîyye'''” da avakirin. Di demê îro de Mizgefta wê medresê li ser pîya ye dîwarên wê saxlemin, bes serbanê wê hatîye xwarê, lê belê mixabin medrese bi tevayî hilweşaye. Di navbeyna '''Medresa Seyfîyye''' û [[Birca Belek]] de cihek bilind û bervekirî hebo, ji wî cihî re “'''Şaneşîn'''” dihat gotin. Di nava kehlê de ji bilî wan tiştê me gotîn Hemam jî hatibî avakirin. Ava kelhê bi borîyên kûzîn ji '''“Cehfer Sadiq”''' hatibî kişandin.
 
Di nava kelhê de zindanek jî heye, niho jî dimîne. Derîyê zindanê dinêre alîyê başûr. Dîwarên wê pir sitûr, avahîya wê girover, serê wê jî bi qûbbe hatîye çêkirin. Dû pencereyên wê yê dinêrin alîyê jiderve û çar derîyê wê hene. Nava zindanê '''3-4 mitre''' ye, wekî bîrekê fireh e serê wê jî qûbbe ye. Te gotin di demê berî [[Îslamîyet]]ê de ew zindan wekî cihê potperestîyê dihate kar anîn. Li bakûrê kelhê, di navbeyna kelhê û ava Dicle de valehîke heye ji wê valehîyê re tê gotin “'''Rezê Mîran'''”. Wekî ji navê wê jî tê fêhmkirin ev valehî heta demê [[1700]]’an jî bi cûre cûre darên fêkî, darên gûl û çîçek û cûre cûre ajalên kedî ve wekî baxçeyek yên ajalan xwe nîşan dida.
[[category:Cihê Dîrokî|Kela Cizîrê]]
[[Kategorî:Cizîr]]