Huseynê Mukriyanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 1:
'''Damaw Hûsênê Mukriyanî''' ,’’’ Hûsên Hûznî Mukriyanî’’’, ‘’’ Damawî Mukriyanî’’’ (12’ê [[îlon]]a [[1893]] , [[Mahabad]] - ?) [[dîrokzan]] û [[rojnamevan]]ekî [[Kurd]]e. [[Nav]]ê temam yê Damaw Husênê Mukrîyanî, [[Seyîd Husênê kurê Seyîd Ebdulletîf kurê Shêx Îsmaîl]] e. Di 12 [[sal]]îya xweda çu [[Merax]], [[Tewrêz]] û [[Yerewan]] ê. Piştra, 12 sala bi [[kinc]]ên [[Efxanî]], ji bo komkirin û tomarkirina [[dîrok]]a Kurd, li hemû [[Kurdistan]] û welatên derva ([[Misir]], [[Libnan]], [[Hîcaz]], [[Fransa]] hwd…) gerîya.
Jîyana wî ya rewşenbîrî û rojnamevanî di sala 1917’an da di gel [[Mihemed Mihrî]], bi belavkirina [[rojnameya Kurdistan|Kurdistan (rojname)]]’ê dest pê kir. Wî nêzîkî salekî ev rojname li [[Stenbol]]ê belavkir.
Wî [[berhem]]ên edebî û dîrokî nivîsî û bi xwe çapkir. Wî di navbera salên 1925 heta 1947'an da, 18 [[pirtûk]]ên bi nirx capkir ku piranîya wan li ser dîroka Kurd û Kurdistanê bûn û xwedanê zanyarîyên bi nirx in.
Ew di nav Kurdan de yekemîn kese kû, [[çapxane]] ji bo [[ziman]], [[dîrok]] û [[Wêjeya kurdî]] damêzrand. Wî di sala 1915an da li [[bajar]]ê [[Heleb]]ê çapxanek damezrand.
Di 25’ê [[Gulan]]a
Di sala 1934’an da li [[Silêmanî]]’yê di gel [[Pîremêrd]], [[Rojnameya Jîyan]] belav kir.
Di sala 1935-1936’an da li [[Hewlêr]]’ê di gel [[parêzer]] [[Şît Mistefa]], [[Kovara Ronakî]] belav kir
Di navbera salên 1942-1946’an da rolê serekî di nivîskarîya [[kovara Dengî Gêtî Taze]]da girt.
Di roja 20’ê îlona 1948’an da li bajarê [[Baxda]]’yê jîyana xwe ji dest da. Termê wî li bajarê Hewlêr’ê di [[Goristana Îmam Mihemed]] da hat veşartin.
== Çavkanî ==
*[http://www.rojevakurd.com/iro/7619-Gulan.html www.rojevakurd.com/Damaw Hûsênê Mukriyanî]
*[http://www.eduhok.net/nubun/69/pdf/tor/mukriyani.pdf www.eduhok.net/mukriyani.pdf]
[[Kategorî:Dîrokzan]]
|