Gomada: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
berfirehkirin
Kurteya guhartinê tine
Rêz 7:
* (Benda 10'an) Key Daryûs dibêje: Tişta di dorê de piştî ku ez bûme [[key]] pêk hat. Kurekî [[Kûruşê II|Kûruş]], yê bi navê [[Kambîz]], yê ji xanedaniya me berî min li vir key bû. Birayekî Kambîz yê bi navê [[Bardiya]] hebû ku dê û bavên wî heman dêbavên Kambîz bûn. Piştre , Kambîz Bardiya kuşt. Hinga Kambîz, Bardiya kuşt ev ji aliyê mirovan ve nedihate zanîn. Piştî vê re Kambîz çû [[Misir]]ê. Dema Kambîz di nava Misirê de rêwîtiya xwe berdewam dikir, mirov bûne dijmin û derew belav bûn li welat , li [[Persiya]] û [[Medya (welat)|Medya]] û [[Satrap|satrapiyên]] din jî.
 
* (Benda 11'an) [[Daryûs I|Key Daryûs]] dibêje: Piştre zilamek hebû bi navê Gomada, ku magî bû, li [[Payşiyavada]] ''(Paišiyâuvâdâ)''<ref>[http://www.livius.org/paa-pam/paishiyauvada/paishiyauvada.htm Agahî di derbarê vî bajarî (Paišiyâuvâdâ) de]</ref>, li çiyayekî bi navê Arakadrîş serhildan pêk anî. Di roja çardehê meha [[Viyaxana]] ''(11'ê adarê)'' de serî hil da. Wî ji mirovan re derew kirin û got: "Ez Bardiya me , kurê Kurûş û birayê Kambîz im." Piştî vê re hemû mirovan serî hil da û ji Kambîz serkevtin bi dest xistin, li her du satrapiyên Medya û Persiya , herwiha li satrapiyên din jî. Wî keyanî zemt kir; di roja nehem a meha [[Garmapada]] ''([[1'ê gelawêjê|1'ê tebaxa]] [[522]]'ê b.z.)'' de wî keyanî zemt kir. Piştre Kambîz ji sedemên xwezayî jiyana xwe ji dest da.
[[Wêne:Darius.jpg|thumb|150px|Daryûs û li bin piyê wî Gomada li erdê dirêjkirî ye]]
 
* (Benda 12'an) [[Daryûs I|Key Daryûs]] dibêje: Keyaniya ku Gomada yê magî, ji destê Kambîz stendî hertim ya xanedaniya me bû. Piştî vê re, Gomada yê magî , desthilatdariya [[Kambîz]] ji [[Persiya]] û [[Medya (welat)|Medya]], û [[Satrap|satrapiyên]] din têk bir û li gorî dilê xwe tevgeriya. Ew bû [[key]].
 
* (Benda 13'an) [[Daryûs I|Key Daryûs]] dibêje: Ti kes nîn bû, ne [[Pers|persiyek]] ne [[Medî|mediyek]] ne jî yekî ji xanedaniya me ku keyaniyê ji destê Gomada yê magî bistîne. Mirov ji wî pir ditirsîn, ji bo ku wî gelek mirovên ku Bardiyayê rastî nas dikirin kuştibû. Ji ber vê sedemê wî ew kuştibûn, lewma di got "belkî mirov nizanibin ku ez ne kurê [[Kûruşê II|Kûruş]], [[Bardiya]] me". Heta ez ne hatim, ti kes nîn bû ku li dijî Gomada yê magî wêrek be û derkeve hemberê wî. Min ji [[Ahûra Mazda|Ahuramazda]] re dia kir; Ahuramazda alîkariya min kir. Di roja dehem a meha [[Begadayîş]] ''([[29'ê rezberê]])'' de min , bi hindik zilaman re, Gomada yê magî û serkirde yên bi wî re kuştin. Li keleha [[Sîkayauvatîş]] a [[Nîsiya]] ya li herêma [[Medya (welat)|Medya]] ew kuşt; min desthilatdariya wî têk bir. Bi rûmetiya [[Ahûra Mazda|Ahuramazda]] ez bûme [[key]]; Ahuramazda keyanî da min.
 
* (Benda 14'an) [[Daryûs I|Key Daryûs]] dibêje: Min keyaniya ku ji destê me hatibû stendin, dîsa bidest xist û ji nû ve li ser bingeha wê damezrand. Min perestegehên ku Gomada yê magî xera kiribûn û mêrgeh, û cihên ku mirov lê dijîn û malên ku Gomada yê magî desteser kiribûn, ji bo mirovan nû kirin. Min mirov li cihên wan niştecih kirin , mirovên [[Persiya]] û [[Medya (welat)|Medya]] û yên [[Satrap|satrapiyên]] din. Min ew restore kirin mîna rewşa berî desteserkirinê. Min ev bi rûmeta [[Ahûra Mazda|Ahuramazda]] kir, ez xebitîm heta min xanedaniya me weke rojên berê damezrand; ez xebitîm , bi rûmeta [[Ahûra Mazda|Ahuramazda]], lewma Gomada yê magî nekarîbû desthilatdariya mala me têk bibe.
 
* (Benda 15'an) [[Daryûs I|Key Daryûs]] dibêje: Piştî ku ez bûme [[key]] min ev tişt kir.
 
==Çavkanî==