Artêş: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomar kirin
 
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:CIMG3656 oesterr bheer gd-k.jpg|thumb|Leşkerên Awistriyayê]]
'''Artêş''', '''sipa''' ji hêzên çekdarî yên dewlet an gelekê re tê gotin. Di heman demê ji bo hêza herî mezin jî tê bikaranîn. Ji wê biçûktir [[parartêş]] e.
 
Pirranî ji bo hêzên çekdarî yên dewletekê tîne bîra mirov. Armanca artêşê parastina welat e. Ji bo welat biparêze û serî bi artêşên dijmin an dagirker re derîne, xwe di gelek awayan de birêxistin dike.
Rêz 13:
Di serdema 19. de, Fransî, Rûs, Japon û Almanan hunera şer gelek bipêş xistin, di sazkirina artêşan de teknîk û perwerdeyên nû derxistin. Bi giştî artêş bipêş xistin.
 
Di serdema 20. de çekên kîmyayî, atomî û biyolojîk hatin îcad kirin. Giraniya şer ket ser teknîka çekan. Mirovahiyê du şerên cîhanî kirin. Bi dehmilyonan kes mirin. [[Tevkujî]], [[komkujî]] û [[nîjadkujî]] bûn. Hejmara eskeran hatin kêmkirin, ji dêl wan ve teknîka çekan bu girîng.
 
== Artêş ne tenê bi dijminan re şer dikin ==
Li welatên parzemîna Amerîkayê, Tirkiye, rojhilata navîn û Afrîkayê artêşan dest danîn ser hukim jî. Li gelek welatan cûntayên eskerî hatin ser text. Gelê xwe kirin bin desthilatiya xwe. Herwiha dest avêtin, aborî, çand û hunerê jî. Bi sedhezaran hevwelatiyên xwe kujtin, êskence[[êşkence]] kirin. Cûnta hêj jî bidawî nebûne.
 
== Artêşên nûjen ==
Artêş ji 4 heya 6 parartêşan pêk tê. Ji aliyê orgeneralan ve tê birêvebirin. Artêşên nûjen ji sê beşan pêk tê: Hêzên bejayî, hêzên esmanî û hêzên deryayî. Herwiha hêzên sîxurî, hêzên teknîkî, hêzên tenduristiyê, jandarmê ûêd jî girêdayî serfermandariyê jî hene.
 
Li hin welatan artêş wekî ''"artêşa neteweyî, artêşa gel, artêşa sor, artêşa azadiyê hwd"'' jî tên binavkirin.
 
== Artêşên gerîllayî ==