Lev Landau: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomar kirin |
bîr kiriye têketin bikim.. |
||
Rêz 5:
== Jiyan û xebat ==
Landau lawê endezyarek ku li herêmên petrolê yên
Bi [[George Gamov]] û [[Dmîtrî Dmîtrîyevîç Îvanenko]] re dixebite. Sala [[1926]] yekemîn berhema xwe dide. Sala 1929 ji dewletê alîkariyê werdigire derdikeve sefera [[Ewropa]]yê. Diçe cem [[Max Born]] (Göttingen), [[Paul Ehrenfest]] (Leiden), [[Werner Heisenberg]] (Leipzig) û [[Wolfgang Pauli]] (Zürich), bi wan re lêkolînan dike. Herwiha ew serîlêdana [[Niels Bohr]] (li Kopenhagen) û [[Ernest Rutherford]] (Cambridge) dike. Di vê navberê de têkiliyên xwe bi [[Rudolf Peierls|Rudolf Ernst Peierls]] re xurt dike.
Piştî vegera xwe ya Lenîngradê (1931) di [[Enstîtuya Fîzîk-Teknîk a Xarkov]] de, di beşa fîzîka angaştî de berpirsiyarî digire, li heman cihê sala [[1933]] dibe doktorê fîzîkê. Sala 1937 li ser daxwaza [[Pyotr Leonîdovîç Kapîza]] diçe [[Moskow]].
Di nava salên 1940 - 1950 de di xebatên çêkirina bombeya hîdrogenê de dixebite. Hin dibêjin ew mecbûr maye viya bike lewra dewletê ji xwe qedexe daye ser, nikaribûye derkeve derve.
Landau ji ber xizmetên xwe du car [[Xelata Stalîn]] (1949, 1953) werdigire sala [[1954]] jî xelata [[Lehengê xebata sosyalîst]] digire.
Herwiha gelek xelatên biyanî jî werdigire. Dibe endamê gelek saziyên komên zanistî. Sala [[1960]] dibe endamê [[National Academy of Sciences]] a Amerîkiyayî jî. Endamê [[Institute of Physics]] (1959) e jî. Sala [[1960]] ew Xelata-Fritz-London û [[Pokala-Max-Planck]] werdigire.
Di 7'ê rêbendana sala [[1962]] di qezaya otomobîlê de giran birîndar dibe. 6 sal di terapiyê de dimîne û 1'ê avrêla sala 1968 jiyana xwe jidest dide..
==Berhem, nivîs==
|