Yaşar Kemal: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 21:
'''Yaşar Kemal''' (* [[6'ê kewçêrê]] [[1923]]) li navçeya [[Osmaniye]]ya [[Edene]]yê, li gundê [[Hemîte]]yê ji dayîk bûye. Navê wî yê di nasnameyê de, [[Sadik Kemal Göğçeli]] ye. Bi eslê xwe kurdekî ji gundekî [[Bêgirî|Bêgiriya]] Wanê ye, nexasim di romannûsiya bi [[tirkî]] de, zimanê tirkî gihandiye asteke gelekî bilind. Piştî [[Şerê Dinyayê yê Yekem]] malbata wî tev koçî Edeneyê, Osmaniyeyê kiriye. Di biçûkiya xwe de, çavekî xwe winda kiriye.
 
Di dema dibistana navîn de, têkiliya wî ya bi nivîsê re ew ber bi berhevkirina berhemên folklorê ve tê veda. Wê heyamê, helbestên wî di kovara Mala Gel a Edeneyê ya bi navê [[Kovara Nihêrînan]] de hatin weşandin. Di dibistana navîn, pola dawî de, dev ji dibistanê berda û karmendiya pirtûkxaneyan de xebitî. Di vê navê de, helbestên wî di kovarên wekî [[Ülke]], [[Kovan]], [[Millet]] û [[Beşpınar]]ê de derçûn.
 
Di sala 1951'ê de, hate Stenbolê, di rojnameya [[Cumhuriyet]]ê de, nivîkariya hevpeyvîn û pêkenokan kir. Bi hevpeyvîna bi navê [[Di Mezintirîn Çewlika Dinyayê De Heft Roj]] ve [[Perrûya Taybet a Komelaya Rojnamevanan a Serkeftinê]] wergirt. Di sala 1952'yan de, pirtûka wî ya bi navê [[Keleka Havînê]] hate weşandin. Romana wî ya pêşîn, [[Memedê Zirav]] di sala 1955'an de derket. Di navbera salên 1955-1984'an de.33 pirtûkên wî yên ku ji [[çîrok]], [[roman]], [[hevpeyvîn]] û [[bend]] û [[gotar]]an pêk hatine derketin. Di hevdeh saliya xwe de, cara pêşîn hate girtin. Di temenekê biçûk de, dest pê kir li tembûrê xist, dengbêjî kir, bû stranbêj. Bi dengbêjên herêmê re kete lecê.