Malper: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 1:
'''Malper''' ango bi îngilîzî '''site''' li ser înternetê rûpela şexsî ye.
Bi derketina [[înternet]]ê re malper bûye para herî girîng. Zêdebûna malperan li ser înternetê jî bûye xezîneyeke nedîtî ya agahî, zanîn û saloxan.
Wekî tê zanîn înternet her wekî [[Radyo]] û [[Televizyonan]] medya tê dîtin û wekî bandor ji wan bêhtir jî dîtin. Bi vekirina malperekê mirovek sînorên di navbera xwe û hemû cîhanê de radike û li her dera cîhanê mirov dikarin her gav têkevin wê rûpelê û agahiyên nû bibînin.
Malper li ser înternetê ji aliyê hêzên aborî ve amûreke nedîtî ye. Saziyên aborî bi riya malperan hewl didin ku bêhtir danasîna xwe bikin û hilberînên xwe bifiroşin. Lê saziyên civakî jî bi riya malperan xwe didin nasîn, xurtir dikin, perwerdehiyên xwe li dar dixin, endamên xwe dicivînin û agahdar dikin, her wisa jî çalakiyên xwe birêxistin dikin.
|