'''Îsmaîl Beşîkçî''' di sala 1937an de, li Bajarê [[Çorum|Çorumê]], li qeza Îskîlîpê hatiye dinê. Ew di 1962an de ji faqulta siyasî mezûn bûye û di sala 1964an de li [[zanîngeh]]a Erzurimê bûye asîstan.
Îsmaîl Beşîkçî bi lêkolîn û nivîsên xwe yên li ser kurdan tê nasîn. Ji ber van xebatên xwe 16 sal di zîndanê de maye. Hemû li ser hev 100 sal cezayê zîndanê û 10 milyon TL ceza lê hatiye birrîn. Bêşîkçî di sala 1999an de bi guhertina [[qanûn]]a [[tirk]]an serbest bû.