Manî (pêxember): Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 9:
Dema mirov ji dûr ve li vê doktrînê dinêre, mirov dibêje ku divê alîgirên vê olê ne pirr bin. Lê ev qedexe ji bo endamên ji rêzê yên Dêra Maniyî derbas nedibûn. Ev qedexe tenê ji bo mirovên navê "bijartî" li wan hatibû danîn û hejmara wan hindik bû, hatibûn danîn. Endamên ji rêzê "banghinêr" dikarin bizewicin (ji xwe re dostik bigirin), bibin xwedî malbat, goşt bixwin û şerabê vexwin. Hinek peywirên ku diviyabû banghinêr bi cih bînin hebûn, divêt wan piştgirî dabûya bijarteyan, lê tevgera ehlaqî ya ku ji wan dihate xwestin bi qasî bêmantiqîyê ne dijwar bû. Ruhên bijarteyan li dû mirinê rasterast diçûn bihuştê; lê ev yek ji bo banghinêran demek digirt. Lê hinek rêolên Maniyî yên wekî Katharî bawer dikirin ku wê banghinêr jî wekî bijarteyan bi hêsanî herin bihuştê.
Manî di sala 216'an de li [[Mezopotamya]]yê, ku ev der di wê demê de parçeyeke Keyîtiya Persan bû, hate dinê. Manî
I. de, ola xwe da hînkirin û belav kir. Di wê demê de alîgirên ola Manî zêde bûn û Manî mîsyoner şandin welatên der û dor lê ji ber vê yekê dijminahiya rahîbên Zerdeştî zêde bû. (Di wê demê de, li Îranê ola fermî Zerdeştî bû.) Di sala 276'an de, gava Behramê I. bû key, Manî hate girtin û ew avêtin zindanê. Piştî bîst û şeş rojan, Manî di îşkencê de mir.
|