Mizîzex: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 9:
[[en:Doğançay, Mardin]]
[[tr:Doğançay, Midyat]]
 
Hevêrka ne tenê êlek e. Konfederasyon e û ji 18 êlan pêk tê. Navenda vê Konfederasyonê jî êl/eşîra Hevêrka ye. Navenda Konfederasyonê Mizîzex e. Serokê Konfederasyona Hevêrka Mala Osman in. Ji Mala Osman kesên ku nav dane, û di şerên navbera eşîrên de, Hesen I, Haco II, Haco III, Hesen II ne, Elîk e, Ferho, Hiseynê Ferho ye, Çelebî ye, Serhan e, saroxan e, Hiseynê Çelebî ye. J Mala Osman kesên ku li dijî dewletê navdar in: Haco II, Haco III ye... Elîkê Betê ye... Elîkê Betê, di dîroka Kurdistanê de, yekemîn car deriyê girtîgeha Nisêbînê vekiriye. Di "Cumhuriyet Ansîklopedisî" de, yanî Ansîklopediya Komarê de,beşê Mêrdinê de, hevoka pêşî wiha dibêje: "Dema em dibêjin Mêrdîn, Elîkê Betê tê bîra me". NIvîskar Faîk Bulut, di pirtûka bi navê DAR UÇGEN DE UÇ ÎNSAN de, dibêje: "Di Fermana Ermenî û Suryaniyan de, civînek li Êstilê (Taxa Midyadê) çêdibe. Axalerên herêmê teva kom dikin û rayedarên tirk, Walî, fermandarê Alaya Mêrdînê û fermandarê Alaya Seyar ya Midyadê û qeymeqamê Midyadê, dibêjin, "pêwiste hun arîkarî û piştgiriya dewletê bikin ku em firmana Suryanî û Ermeniyan rakin. Di nava Axalerên herêmê de, tenê Elîkê Betê dengê xwe bilind dike û dibêje, "ez qebûl nakim. Kesê ku li hemberî Suryaniyan fermanê rake, ewê min li hemberî xwe bibîne." Li ser vê dijberiya Elîkê Betê, Osmaniyan, ji Mala Osman; Haco, Hemed, Ferho, Hiseynê Ferho, Çelebî, Serhan, Elîkê Betê û Şemûnê Henê Heydo (Suryanî ye, mezinê Sarê û Basibrînê ye) berdest dikin û sergomî girtîgeha Xerpotê dikin. Piştî 4-5 salan Elîk, Şemûnê Henê Heydo, Hiseynê Ferho û Gewriyê Zazî, ji girtîgeha Xerpotê direvin. Hiseynê Ferho û Gewriyê têne girtin, Elîkê Betê û Şemûnê Henê Heydo xelas dibin. Sal 1919... Elîkê Betê çawa tê gundê Mizizexê, dest bi serîhildanê dike û Nisêbînê dike destên xwe û devê girtîgehê vedike. Elîkê Betê, di sala 1919an de tê kuştin.