Roja Welat (1977): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomar kirin
(Cudahî nîne)

Guhartoya 20:56, 28 çiriya paşîn 2008

Roja Welat Wek rojnameyeke panzdeh rojî, li Enqerê hat weşandin. Him nav bi kurdî bû, him jî nîv-nîvê Kurdî û Tirkî bû. Hejmara pêşî di İlona sala 1977 da derket. Xwedî Mistefa Aydin, berpirsîyarê pêşî jî Sidiq Bozarslan bû.

Roja Welat jî wek Rîya Azadî, bi destê kadroyên Partîya Sosyalîst a Kurdistana Tirkîyê (PSKT) dihate derxistin. Ew jî wek Rîya Azadî bi alîyê Kemal Burkay dihate îdarekirin.

Dema ku Xwedî û berpirsîyar çûn ba hukumetê, serî lêxistin (muracaat kirin), gotin, em dixwazin rojnameyeke hanê derxînin, polêz gelek qehirî, ew avêtine nezaretê û ji wan ra gotin:

"Emê serê we jêkin! Hûn nikarin rojnameyeke Kurdî darxînin. Bi kîjan zmanî dibe bila bibe, lê bi Kurdî nabe!.." Piştî ku xwedî berdan, ew çû ba notêr û bi rîya notêr agahdarî şande valîyê Enqerê.. Walî dîsa jî, nameyek ji xwedî ra şand, di namê da dihate gotin ku, "zmanê resmî Tirkî ye û hûn nikarin bi Kurdî rojnamê derînin." Lê gor qanûnê, zmanê resmî Tirkî be jî, herkesekî dikaribû bi kîjan zmanî bixwaze weşanekê derxe. Ji ber ku ew ne karê resmî bû.

Bi vî awayî Burkay û hevalên xwe guh nedan polêz û walî û hazirîya derxistina rojnamê kirin. Lê ku hejmara pêşî bo çapê hazir bû, xwedîyê çapxanê ku bo çapê soz dabû, poşman bû.. Vêcar çapxaneyeke din hate dîtin û rojname derket. Bi derketina rojnamê teşqeleke mezin çêbû. Gelek kesan, heya kesên rojnamevan û parlamenter kirine qîrîn, gotin: "Çawa dibe li vî welatî weşaneke Kurdî dertê; welat wê parçe be!"

Polêz jî di ser rojnamê da girt. Li kîderê gihîştîyê dest danî ser. Berpisîyar û xwedî girtin. Mehkeme çêbû. Di mehkemê da xwedî û berpirsîyarê rojnamê gotin: "Bi Kurdî weşan derxistin heqê me ye û emê bikin!"

Berê Xwedî hat berdan. Berpirsîyar hat guhartin û demek şunda hejmara duwemîn derket. Hevalan baş berxwe dan. Bajar û bajar gerîn ku çapxane bibînin û çapkin. Bi vî awayî şerê wan û polêz bû. Hevalên PSKT, da ku rojname nekeve destê polêz, ji çapxanê bi lez û bez direvandin, dibirin, digihandin Kurdistanê û bajarên dinê. Tu kitêbxane û dikan cesaret ne dikir ku rojnamê dayne camekanê xwe. Belavkirin dîsa bi destê xortên partîyê û hezkirên rojnamê bû. Wan rojname dibirin bi lez li qehwe û malan belav dikirin, difirotin. Berxwedaneke mezin bû. Berpirsîyarê rojnamê bi dû hev guherîn. Sidiq sal û nîvek ceza xwar. Piştî wî Fîkret Akay hat; ew çû, Mahmut Çeşme hat. Gelek kes ji ber belavkirina, heya xwendina rojnamê hatin girtin, ceza xwarin.

Çapemenîya Tirk himber vê zordestîyê bêdeng bû, heya memnûn bû! Lê hin sosyalîst û demokratên Tirk jî dijî vê zordestîyê derketin. Xasima komela miellîman TOB-DER, ku miellîmên Kurd (hevalên PSKT) jî di komîta giştî û rêvebir da pardar bûn, bi xurtî piştgirîya Roja Welat kir.

Ji ber vê zordestîya giran, perîyodên Roja Welat dirêj bûn, ew nekarî tim di waxta xwe da, ango di panzdeh rojî da carê derkeve. Di nava du salan da 12 hejmar derket. Li dawîyê ew jî, wek Rîya Azadî di destpêka sala 1979 da bi destê hukma leşkerî hat girtin.

Lê Roja Welat, bi van 12 hejmarên xwe jî dengekî mezin derxist û roleke mezin lîst. Hejmara pêşîn 20 hezar bû. Hejmarên dinê 30 hezar derketin; heya yek-du hejmar jî 40 hezar. Eva tîrajeke bilind bû heya ji bo rojnamên Tirkan. Xasima di bin wê zordestîya giran da.

Roja Welat bi resim bû. Tê da, tevî nûçeyan, nivîsên sîyasî, beşa çandî jî hebû. Ji alîyê propagande û ajîtasyonê gelek xurt bû. Zmanê xwe, him Tirkî, him jî Kurdî sivik bû, zelal bû; herkesekî dikaribû jê fêm bike. Tevî hevalbendên Partîya Sosyalîst, kesên welatparêz û serbixwe jî ji Roja Welat ra xwedî derketin.

Di van salan da him Rîya Azadî, him jî Roja Welat di Kurdistana Bakûr da ji bo hişyarkirina gel, ji bo xurtkirina bîr û bawerîyên sosyalîstî û welatparêzî, ji bo nasandin û pêşvebirina zman û çanda Kurdî roleke mezin lîstin. Gelek kesan bi rîya wan bi dewlemendîya çanda gelê xwe hişyar bûn, nivîskarên berê û yên hemçax naskirin. Gelek kesan bi rîya van herdu weşanan xwendin û nivîsandina Kurdî hînbûn. Hin xortan Kurdî ji Rîya Azadî û Roja Welat hînbûn û her usa jî cara pêşîn di rûpelên wan da nivîsandin..

Ev herdu weşanên Partîya Sosyalîst, her usa jî, di derheqa nakokîyên nav partî û rêxistinên Kurdan da helwestekî baş girtin, dijî şerê birakujî derketin û yekitîya hêzên welatparêz xwestin.