Xelkê vê deverê jî weku xadînîbadînî (behdînî) têne navkirin. Herwesa têne naskirin bi Kirmancên [[Kurdistana başûr]]. Navê devokê (zaravayê) wan jî her Badînî ye. Devoka Badînî nêzîkî devoka Botanî û Hekariyê ye. Ji ber ku ev hersê devere nêzîkî êk in. Lêbelê, mixabin ji ber egerên sîyasî û parçebûna [[Kurdistanê]] mirov hest pê diket ku ev devere jêk dîrin û di warê kargêrî (îdarî) de ji êk cuda ne. Lê herçende jêk cuda ne jî belê bazirganiyeke bi hêz di navbera wan da heye.