Benazir Bhutto: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Sererastkirineke biçûk
Etîket: 2017 amûra guhartina çavkaniyê
+ Çavkanî
Etîket: 2017 amûra guhartina çavkaniyê
Rêz 13:
Ew jina herî pêşîn bû li welatekê [[îslam]]î dibû [[serokwezîr]]. Bênezîr du caran bû serokwezîra Pakistanê, cara pêşîn li 1988ê û cara duyê li sala 1993ê. Dema ji bo cara pêşîn bûye serokwezîr, piştî 20 mehan ji aliyê [[serokkomar]] [[Xulam Îshaq Xan]] ve bi tawanên berguman yên gendelî û fesadê ji karî hat ladan. Cara duyê jî piştî sê salan (li sala 1996ê) ji aliyê serokkomar [[Farûq Lexarî]] ve bi heman tawanan hat ladan.
 
Bênezîr ji sala 1999ê heta sala 2007ê li derveyî Pakistanê li sirgûnê dijiya. Piştî vegera wê bo welatî, ji aliyê hikûmeta leşkerî ya serkomarê niha yê Pakistanê General [[Pervîz Muşerref]]î ve kar û xebatên wê yê siyasî dihatin astengkirin. Ew carekê ji bo çend rojan di mala xwe da hat bendkirin û mafê wê yê derketina ji mala xwe nebû. Li dawiyê jî, dema xwe ji bo propagendeyên wan hilbijartinên giştî yên nû amade dikir ko biryar bû li [[5ê çiriya paşîn|5ê befirbara paşîn]] a 2008ê bihatiban kirin bi êrîşeka xwekujiyê hat kuştin. Heta niha nehatiye zanîn ka bikujên wê kî ne. Lê li ser daxwaza Serokkomarê Pakistanê [[Pervez Musharraf]] ve ji [[polîs]]ê [[Brîtanya]]yê hatiye xwestin ko lêkolînan li ser wê bûyerê bikin. Partiya Bênezîrê, Partiya Gelê Pakistanê, dixwaze ku karkom anko komîteyeka navneteweyî lêkolînan bike. Li goreyê ragihandinên destpêkî yên Polîsê Brîtanyayê polîsê Pakistanê piraniya şûnwarên rûdanê paqij kirine. Ev jî îhtîmala desttêdahebûna hikûmeta Pakistanê di wê kiryara kuştinê da zêdetir kiriye.
 
Bênezîr dot (keç) a mezin ya serokwezîrê ji-kar-ladayî yê Pakistanê [[Zulfeqar Elî Buhto]] ye. Babê Zulfeqarî jî [[Sir Shah Nawaz Bhutto]] bû. Bavûkalên Zulfeqarî ji [[Sind]]ê û ji malbateka [[Şîa]] bûn. Dayika Bênezîrê, [[Begum]] [[Nusret Buhto]] ji [[Kurd|kurd]]ên Pakistanê ye<ref>{{Cite web|url=http://www.nefel.com/articles/article_print.asp?ArticleNr=1261|title=Jineke kurd – Begum Nusret Butto|last=Alakom|first=Rohat|date=2006-05-23|website=Nefel.com|language=Kurdî|archive-url=http://web.archive.org/web/20221218195111/http://www.nefel.com/articles/article_print.asp?ArticleNr=1261|archive-date=2022-12-18|url-status=live|access-date=2022-12-18|quote=Navê dayîka Benazir Buttoyê, Nusret Butto ye. Ji bo nezaketê jê re her Begum Nusret Butto hatiye gotin. Peyva ”begum” wek xanzade û xanim hatiye bi kar anîn. Ew, keça kurdekî Kermanşahê bûye, kal û bavên wê ji Kurdistana Îranê ne.}}</ref>. Malbata Begum Nusretê jî Şîa ne.
 
Bênezîrê [[felsefe]], [[siyaset]] û [[aborî]] li [[Zanîngeha Oxfordê]] xwendine. Wê bawernameyek jî li [[Zanîngeha Harvardê]] wergirtiye.