Şêx Rizayê Talebanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Şêx Rizayê Talebanî''' ([[1835]]-[[1909]]) helbestvanê kurd e.
 
Gava ku di edebîyata Kurdî de behsa hîcîvê were kirin pêşî navê Şêx Rizayê Talebanî tê bîra meriv.
 
Şêx Rizayê Talebanî di helbestên xwe yên hîcîv de gotin û peyvên herî mustehcen bi kar anîye. Çi merivên hikûmetê bin û çi jî merivên wî bi xwe bin, kê neheqî an xetayek li dij wî an jî li dij xelkê kiribe, Şêx Riza bi hicîvên xwe, bi rexneyên xwe çûye ser wan.
 
Şêx Rizayê Talebanî kurê Şêx Evdirrehman Talebanî ye, di 1835an de li hêla Kerkukê li Qirixê hatîye dunyayê. Pêşî li ber destê bavê xwe xwendîye. Paşê ji bo xwendine çûye Kerkuk, [[Koye]] û Sîlêmanîyê[[Sîlêmanî]]yê.
 
Şêx Riza di 1860î de diçe [[heleb|Helebê]], paşê diçe [[Stembol|Îstenbolê]]. Du salan li Îstenbolê dimîne, pîşt re vedigere [[Kerkûk|Kerkukê]]. Piştî ku bavê wî dimire ji Kerkukê diçe bajarê Koyeyê cem apê xwe [[Şêx Xeffûr]]. Kaşo apê wî soz daye wî ku keça xwe bide Şêx Riza, lê paşê nadê. Şêx Riza jî li ser vê yekê diqehire ji Koyeyê diçe Kerkukê û dest pê dike helbestan li ser apê xwe dinivîse. Mesela rêzek jê weha ye:
:"Mamekem qehpejine dewletî Seddadî heye
:Talihî rahber û bextî xuda dadî heye......"
 
Şêx Riza di [[1866]] an de diçe [[Erzirom|Erzerûmê]] û di wir re jî diçe Îstenbolê. Çi li Îstenbolê be û çi jî li derdorên padîşah be, di demeke kurt de nav û dengê wî belav dibe. Şêx Riza nêzî heşt salan li Îstenbolê dimîne. Paşê di 1874an[[1874]]an de vedigere Kerkukê. Pişt re ji karbidestên Kerkukê û ji hin malbatên mezin û şêx û axayên Kerkukê diqehire, ji Kerkukê bar dike diçe li Bexdayê bi cîh dîbe. Heta ji bo vê yekê di helbestek xwe de weha dibêje:
:"Bem hale eger def'eytir biçime Kerkûk
:Me'lûm e be merdî neriwawe le serim tûk".
 
Dîsa di rêzeke helbesteka xwe de, ji Şêx Hesen re weha dibejê:
:"Bo kerî îlan-î herb kird legel min Şêx Hesen
:Seyrîken yaran çi gobendêkî gêrra em kere".
 
Şêx Riza, Şukrî Fezlî û Cemîl Siddîq Zehawî çi bi erebî û çi bi kurdî gelek hîcîv li ser hev nivîsîne. Tê gotin ku Şêx Riza welê li ser wan nivîsîye ku êdî herdu şaîran jî ji ber Şêx Riza pes kirine. Mesela Şêx Riza di rêzekê de ji bo Şukrî Fezlî weha dibêje:
:"Pûre Şukrî besîye ba netgêm û şemet leq nekem
:Dayke kêrxurut hewaley sûrî ser ecleq nekem".
:.....
:Kone hîzî sarî Bexda lêm heram bê şaîr î
:Ger kuzî xuşkit wekû eywanî Kesra şeq nekem".
 
Dîsa di helbestek xwe de henekê xwe bi hin şaîran dike û weha dibêje:
:"Çunkî şaîr zor bûwe lem esre da
:Bote heşrî nêreker lem hucre da".
 
Şêx Rizayê Talebanî di 1909an de di 74 salîya xwe de li Bexdayê wefat dike. Wî li Bexdayê nêzîkî gorra(mezelê) Şêx Evdilqadirê Geylanî vedişêrin.
Line 35 ⟶ 33:
 
==Çavkanî==
*[[Elaeddîn Seccadî]], [[Mêjûy Edebî Kurdî]], Bexdad, 1952
*Elaeddîn Seccadî, [[Edebî Kurdî w Lêkolînewe Le Edebî Kurdî]], 1968
*[[Bursali Mehmet Tahîr Bey]], Osmanli Muellîflerî, cîld:2, Istanbul, 1972
*Prof. [[Qanatê Kurdo]], [[Tarîxa Edebyeta Kurdî]], Stokholm, 1985
*[[Joyce Blau]]; [[Memoîre du Kurdîstan]], Parîs, 1984