Kamran Simo Hedilî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Nivîskarê kurd
Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomar kirin
(Cudahî nîne)

Guhartoya 09:32, 18 çiriya pêşîn 2007

Nivîskar û helbestvanek kurd e

Hedil, di sibata 1955 de li gundê Hedilê ya bi ser navça Hezexê hate dinyayê. Di zaroktiya xwe de mala xwe bar dikin bajarê Batmanê. Di temenê ciwaniyê de dikevê nav tevgera azadiya Kurdistanê. Ji terefî dewlata tirk ve, du caran tê girtin. Di cûnta eskerî ya 12.10. 1980 de bi hevalên xwe re derbasî Rojavayî Kurdistan û Lubnanê dibe. Xabata xwe li Rojavayê Kurdistanê didomîne, li wir jî ji terefî dewlata Surî ve têgirtin. Di amadekarî û xabata 15 ê tebaxa 1984 an a çekdarî de ji nû ve di nav tevgerkirina gel li Bakurê Kurdistanê cihê xwe digire. Li Rojhilatê Kurdistanê ji terefî dewlata Îranê ve jî tê girtin. Kamran Simo Hedilî, li her çar parçên Kurdistanê, hem di nav xabata tevgerkirina gel de û hem di nav xabata artêşê de cihê xwe digire. Ji 1982 ve dinivîse, pêşî bi tirkî dinivîsî. Piştre bi kurdî dest bi nivîsandinê kir. Bi kurdî kurteçîrok, helbest, destan û lêkolînên wî di rojname, kovar û malperan de hatine weşandin.

Kamran Simo Hedilî, endamê Pena Kurd a navnetewî ye. Vêga di rêvebariya Înstutyiya Kurdî li Stockholm xabata xwe didomîne.

Berhem

  • Lorîna pênûsê, helbest
  • Civata giyanan, kurteçîrok
  • Ji Enfalê şeveke bêsibe, destan
  • Min deng kuştin, helbest


Du pirtûkên wî li ber çapêne:

  • Helbest çi ye? lêkolîn li ser danasîna helbestê
  • Kîjan kulîlk çavên te ne? Helbest