Mîz: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 6:
== Pêkhateya mîzê ==
 
Mîz şilemeniyek avî ye. Av, paşmayîyên nîtrojenî, xwêyên zêdeyî û madeyên bêkêr pêkhateyên serekî yên mîzê ne. % 96ê mîzê ji avê, % 2.5 ji paşmayîyên nîtrojenî, % 1.5ê mîzê ji xwêyan pêk tê.<ref name="VILLEE"/>
 
Taybetmendî û pêkhateya mîzê guherbar e, li gor mêjara vexwarina avê, germahiya hawirdorê, cora [[Xurek|xurekên]] hatine xwarin û çalakiya laş rêjeya pêkhateyên nav mîzê diguhere. Wekî minak; rojên ko mirov karên giran dike û gellek xwêdan dide, rengê mîza mirov ji rengê zer a vekirî diguhere bo zer a tarî û ji mîza mirov piçek zêdetir bêhn ra dibe<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />
Rêz 21:
Mîza asayî ya mirovek tendurist xwediyê hin taybetmendiyan e, guherîna van taybetmendiyan dibe ko nîşana hin nexweşiyan be. Loma gava pirsgirekên tendrustiyê li mirov peyda dibe, doktor bi testa mîzê hewl didin ko ji laşê nexweşê hê pirtir agahî bistînin.
 
% 95î95ê qebareya mîza asayî ji avê pêk tê. Mîza asayî bi rengê zerê vekirî an jî bêreng e, bêbêhn e. pH ya mîza asayî di navbera 4.5 û 8 de ye. Di mîza asayî de xirokên sor cih nagire, hejmara [[Xiroka spî|xirokên sipî]] pir hindik e. Mîza asayî [[proteîn]] û glukoz lixwe nagire, an jî bi mêjerek hindik lixwe digire. Di pêkhateya mîza asayî de keton û nîtrît cih nagirin. Herwisa mîza asayî madeyên wekî ure, klor, sodyum, potasyum, kreatîn û hin madeyên din lixwe digire û asta rêjeya heryekê van madeyan jî ji bo mirovê tendirust dîyar e.<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />
 
Divê di mîza mirovê tendurist da xaneyên xwînê hema qet tune bin. Di mîzê de hebûna xirokên sor nîşana kulbûna nefronan e.
Rêz 27:
Herwisa divê di mîzê de hejmara xirokên spî jî gellek kêm be, di nav mîzê de hejmara zêde ya xirokên spî nîşana hebûna birîn û kûlbûniyên coga mîzê, [[Malzarok|stûyê malzarokê]] an jî [[Zê|zêyê]] ye.<ref name="Essentials of Medical Physiology" />
 
Di nav mîzê de hebûna belûrên (krîstal) kalsiyumê, magnezyumê û yên amonyumê tiştek asayî ye. Lê heke belûrên sîstîn(bi înglîzî: ''cystine'') û tîrozînê (bi înglîzî: ''tyrosine'') di mîzê de were dîtin, dibe ko ev nîşana nexweşiyên kezebê be.
 
Gava asta glukoza xwînê ji 180 mg/dL bilindtir dibe, di mîzê de glukoz jî tê dîtin. Di nav mîzê de hebûna glukozê dibe ko nîşana [[nexweşiya şekir]] (diyabet) be.<ref name="Essentials of Medical Physiology" />
Rêz 33:
Di nav mîzê de bi mêjarek zêde hebûna proteînan, bi taybetî hebûna albumîn nexweşiya gurçikan destnîşan dike.<ref name="Essentials of Medical Physiology" />
 
Keton paşmayî yê çewriyan e. Heke di nav mîzê de bi mêjarekmêjerek zêde keton were dîtin, ev rewş dide nîşankirin ko [[xane]] ji bo destxistina enerjiya [[ATP]] yê, li devsa [[Glukoz|glukozê]] asîdên [[Lîpîd|çewriyê]] bikar tîne. Her wisa heke di laş de kêmasiya [[karbohîdrat]] û proteînan hebe, asta rêjeya ketona mîzê jî bilind dibe.<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />
 
== Çavkanî ==