Demarexane: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B →‎top: --Şablon:Bikaranîna dîroka rms AWB
Etîket: Betalkirina destî
BKurteya guhartinê tine
Rêz 2:
'''Demarexane'''<ref name="Sadallah S> Sadallah S, (2000)Saladin's English-Kurdish Dictionary Ferhenga Inglîzî-Kurdî ya Selahedîn weşanên avesta Stembol. ISBN: 975-7112-85-2 </ref><ref name="Gul bijêrî Wişe> Gul bijêrî Wişe.Ferhengî Inglîzî – Kurdî. Emîn Karîm 2012. </ref> , '''xaneya demar'''<ref name="Sadallah S/><ref name="Gul bijêrî Wişe/>(bi îngilîzî: ''neuron, nerve cell'') yekeya koendama demarê ye.
 
[[Demareşane|Şaneya demar]] ji du curecor [[xane]] pêk tê; demarexane û [[xaneyên glîa]] (bi înglizî: ''glial'' ''cells'')<ref name="Biology with Physiology">Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.</ref>. Xaneyên gilîal piştevanî ya demarexaneyan dikin û wan xwedî dikin<ref name="Human biology15ed">Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Demarexane di laşê mirov de belav dibin mîna torek aloz. Di navbera demarexaneyan de peywendî heye. Bi vî awayê [[erkê kar]] ji demarexaneyek tê guhaztinguhêztin ber bi xaneyek din. Kartêkirin ji derveyî (hawirdorê) laş an jî kartêkirin ji nav laş dibin sedema çêbûna erkê kar<ref name=" Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>. Wekî mînak; sarî (sermayî), ronahî, deng û behn kartêkirin ji hawirdorê ne, lê guherîna xestiya glukoza [[Xwîn|xwînê]], zêdebûna xestiya karbona dîoksîda (CO<sub>2</sub>) nav xwînê an jî êşa [[Diranê mirov|diran]] jî kartêkirin nav laş in. Di demarexaneyê de ragîhandina demarê (demareragîhandin) bi şêweyê elektrîkî û kîmyayî rû dide<ref name="Anatomy and physiology"/>. Demarexane li gor erkên xwe an jî li gor pêkhate û şêweyên xwe tên polênkirin.
 
== CureyênCorên demarexane li gor pêkhate û şêweyê wan ==
Di vê polenkirinê de, niçikên laşê xaneyê ji boy navlêkirina xaneyan tê bikaranîn<ref name="Human anatomy">McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill </ref>. Ji laşê demarexaneyan ve [[sîtoplazma]] û [[parzûna xaneyê]] wekî niçik ber bi derve direj dibin. Niçikên laşê xaneyê wekî cemser tê hesîbandin. Li gor şêwe û pêkhate, çar cureyêcorê demarexane heye.[[wêne:taypes of neurones_ku.png|thumb|300px|Li gor şêweyê tewereyê, çar cure demarexane heye]]
 
=== Demarexaneya yekcemserî (bi îngilîzî: ''unipolar neuron'') ===
Ajalên bêbirbirage yên wekî kirm, mêş û moz demarexaneyên yekcemserî yên rasteqîn lixwe digirin. Ji laşê xaneyê niçikek dirêj dibe. Demarexaneyên yekcemserî yên ajalên bêbirbirage, bêdendirîdî ne<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />. Demarexaneyên yekcemserî yên mirov ligel [[Tewere|tewereyê]], [[dendrît]] jî lixwe digire. Ji laşê xaneyê niçikek dirêj dibe, niçik dibe du serî, seriyek niçikê dibe tewere, seriyê din jî mîna dendrîdan ragihandin werdigre loma wekî dendrît(liq û pop)binavkirinnavkirin, lê bi eslê xwe ev beş beşek ji tewereyê ye. Ji ber ko dendrîdên demarexaneyên yekcemserî yên mirov ne yên rasteqîn in, vanevan demarexaneyên yekcemserî, wekî demarexaneyên ziryekcemserî (bi îngilizî: ''pseudounipolar'') tê navkirin<ref name="Human anatomy" />. Demarexaneyên yekcemserî [[Demarexaneya hestê|demarexaneyên hestê]] ne<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>.
 
=== Demarexaneya ducemserî (bi îngilîzî: ''bipolar neuron'') ===
Ji laşê demarexaneyê du niçik ji du aliyên xaneyê de berevajiyê hev, ber bi derve dirêj dibin. Yek ji niçikan dibe dendrît a din jî dibe tewere. Wekî mînak; di nav  )xaneyên laşêrûkeş mirovên difin de ji bo hestê bêhngirtinê û di nav xaneyên çîna tora çav de, xaneyên ducemserî kar dikin<ref name="Human anatomy" />. Ji xeynî demarexaneyên yekcemserî û yên ducemserî, hemû demarexaneyên laşê mirov firecemserî ne. Demarexaneyên firecemserî li gel tewereyek, du an jî zêdetir dendrît lixwe digirin. Wekî mînak; demarexaneyên ko demareragîhandin diguhazînin boy [[Masûlke|masûlkeyan]] an jî [[Rijên|rijênan]], demarexaneyên firecemserî ne.
 
== CureyênCor,n demarexane li gor erkê wan ==
Li gor cih aninacihanina erkê xwe û arasteya ragîhandina erkê kar, sê curecor demarexane hene:
#Demarexaneya hestê (bi îngilîzî: ''sensory neuron'')
#Demarexaneya navê (bi îngilîzî: ''interneuron'')
Rêz 20:
 
=== Demarexaneya hestê ===
Demarexaneyên hestê, bi navbeynkariya wergirên hestê ji derve û hundirê laş kartêkir werdigirin û dişînin boy [[demarekoendama navendî]] (bi îngilîzî: ''central nervous system'')<ref name="Human biology15ed"/>. Ango arasteya demareragîhandinê ji derve an jî ji hundirê laş ve ber bi demarekoendama navendî ye, loma demarexaneya hestê wekî demarexaneya hatî jî tê navkirin. Demarexaneyên hestê, demarexaneyên yekcemserî ne û dendrîta rasteqîn lixwe nagirin. Bi gelemperî tewereyek dirêj a du serî lixwe digirin. Seriyek tewereyê ber bi demarekoendama navendî, yê din jî ber bi [[demarekoendama çêwe]] (bi îngilîzî: ''peripheral nervous system'') dirêj dibe<ref name="Mader,Biology">Mader, S. (2009). Mader, Biology 10e (10th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Dibe ko serê tewereyê bi [[endamên hestê]] ve girêdayî be. Hin caran jî kotahiya tewereyê di nav xane û şaneyan de bi awayekî tazî dimîne. Wekî mînak wergirên êşê yên laşê mirov ji tewerekotahiyên demarexaneyên hestê pêk tê<ref name="Mader,Biology"/>.
 
=== Demarexaneya navê (navberê) ===
Demarexaneyên navê an jî demarexaneyên navberê, demareragîhandin ji demarexaneyên hestê werdigirin û diguhazînindiguhêzînin demarexaneyên livînê. Gelemperiya demarexaneyên navê di nav demarekoendama navendî de cih digirin<ref name="Human biology">Mader, S. S., & Windelspecht, M. (2010). Human biology (12th ed.). New York: McGraw-Hill.</ref>. Dendrîdên van xaneyan gellek in û liqdar e, teweryê wan kin e. Dibe ko yek demarexaneyek livînê, bi gellek demarexaneyên din ve girêdan çê kirîbe û ji wan hemûyan sînyalan werbigire.
 
=== Demarexaneya livînê ===
Rêz 30:
== Anatomiya demarexaneyê ==
[[wêne:Complete_neuron_cell_diagram_ku.svg|thumb|300px|Hemû demarexane sê pêkhateyên hevbeş lixwe digirin; laşê xaneyê, dendrît (liq û pop) û tewere.]]
Li gor şewe û erkên xwe gellek cureyêncorên demarexane heye, lê hemû demarexane sê pêkhateyên hevbeş lixwe digirin; laşê xaneyê, dendrît (liq û pop) û tewere. [[Navik]] û piraniya [[Endamok|endamokên]] demarexaneyê di laşê xaneyê de cih digirin. Beşa herî gewre ya demarexaneyê laşê xaneyê ye<ref name="VILLEE"> Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.</ref>. Ji sîtoplazmaya demarexaneyê niçikên kin ber bi derve dirêj dibin, vanevan niçikên sîtoplazmayê wekî dendrît tê navkirin. Dendrît ji [[Hestewergir|hestewergiran]] an jî ji demarexaneyên din kartêkir (demareragîhandin) werdigire<ref name=" Concepts and Applications">Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.</ref>. Kartêkir bi şêweyê erkê kar ji dendrîdan derbasî tewereyê dibe. Tewere jî mîna dendrîdan ji niçikê sîtoplazmayê pêk te, lê tewere ji dendrîdan gellek dirêjtir e. Di laşê mirov de hin tewere hene ko dirêjiya wan ji metreyek zêdetir e<ref name="McGraw-Hill"> Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Bi gelemperî demarexane yek tewereyek lixwe digirin. Tewere demareragîhandinê ji laşê xaneyê diguhazînediguhêzîne ber bi xaneyek din. Ango dendrît kartêkirên ji derdora demarexaneyê ber bi laşê demarexaneyê ve dişîne, tewere jî kartêkiran bi şêweyê elektrîkî diguhazînediguhêzîne dûrê laşê xaneyê. Di nav sîtoplazmaya tewereyê de hin endamok jî hene, [[mîtokondrî]] yek ji wan endamokan e<ref name="Cambridge International AS and A Level Biology"/>. Tewere hin caran wekî rîşalê demar([[demarerîşal]]) jî tê navkirn<ref name="Human biology"/>. Demar (bi îngilîzî:''nerve'') ji gurzê tewereyan, ango ji gurzê demarerîşlan pêk tê.
[[wêne:bergê maylînî_ku.png|thumb|300px|Bergê maylînî tewereyan ji hev cuda dike û guhaztina erkê kar leztir dike.<]]
 
Parzûna hinek tewereyan tazî ye, lê bi gelemperî demarexaneyên navê û yên livînê bi xaneyên glîa pêçayî ne. Xaneya Schwann û xaneya olîgodendrosîd mînak in ji boy xaneyên glîa. Parzûna xaneyên glîa, madeyek bi navê maylîn lixwe digirin. Maylîn madeyek [[lîpîd|çewrî]] ye û bi rengê xwe spî ye. Pêçanên xaneyên Schwann li ser tewereyê bergek ava dike, ev berg wekî bergê maylînî tê navkirin<ref name="Cambridge International AS and A Level Biology"/>. Xaneyên Schwann tewereyên demarexaneyên demarekoendama çêwe dipêçinin, herwisa olîgodendrosîd jî tewereyên demarexaneyên demarekoendama navendî dipêçînin<ref name="Mader,Biology"/>. Bergê maylînî tewereyan ji hev cuda dike û guhaztinaguhêztina [[erkê kar]] leztir dike<ref name="Campbell">Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.</ref>. Di navbera bergê maylînî yên xaneyên Schwann de hin valahî dimîne, ango xanyen Schwann bi navber rêz dibin li ser tewereyê. Navbera herdu bergê maylînî wekî [[girêya Ranvier]] tê navkirin<ref name="visualizing-human-biology">Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.</ref>. Beşa ko tewere ji laşê xaneyê dirêj dibe wekî tûmika tewereyê tê navkirin. Erkê kar li vir ava dibe. Kotahiya tewereyê liqdar e. Serê van liqan wekî [[tewerekotahî]] an jî demarekotahî tê navkirin<ref name="VILLEE"/>. Tewerekotahî bi xaneyên din ve bi navbeynariya [[Gehînkeya kîmyayî|gehînkeyê]] têkilî çê dike.
 
== Fîzyolojiya demarexaneyê ==
[[wêne:Action_Potential.gif|thumb|300px|Erkê kar ji tûmika tewereyê dest pê dike heta tewerekotahiyê beş bi beş didome.]]
Gava demarexane ji hawirdorê an jî ji demarexaneyek din sînyal digire, bersîva sînyalan bi tena serê xwe nade. Sinyalên hawirdorê dişîne demarekoendama navendî, li vir sînyal tê şîrovekirin. Heke sînyal ji aliyê demarekoendama navendî ve hatibe şandin, îcar demarexane van sînyalan dîşîne boy xane an jî [[Şane (biyolojî)|şaneya]] armanc. Demarexane sînyalan bi şêweyê elektrîkî û kîmyayî diguhazînediguhêzîne. Sînyal li seranserê demarexaneyê, ji dendrîdan hetanî kotahiya tewereyê bi şeweyê elektrîkî tên guhaztinguhêztin. Lê ji demarexaneyêk ber bi xaneyek din ve ragihandina demarî, di gehînkeyê de, bi gelemperî bi şeweyê kîmyayî rû dide. Li hundir û derveyê demarexaneyan de iyon hene, iyon barê elektrîkê lixwe digirin. Xestiya iyonan li herdu aliyê parzûna tewereyê de ne yek e loma bargeya elektrîkê ya nav xaneyê û derveyê xaneyê jî ji hev cuda ye. Li herdu aliyê parzûnê de cudahiya bargeya elektrîkî dibe sedema çêbûna erkê parzûne (bi îngilîzî: ''membrane potential'')<ref name="Modern Biology">Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.</ref>. Iyonên sodyum (Na+) û potasyum (K<sup>+</sup>) iyonên sereke ne ji boy çêbûn û berdewamiya erkê parzûnê<ref name=" Concepts and Applications">Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.</ref>. Iyonên Na<sup>+</sup> û K<sup>+</sup> bi navbeynkariya pompeya sodyum-potasyum, an jî bi navbeynkariya cogên iyonan ber bi derveyî an jî ber bi nava xaneyê li parzûna xaneyê de tên guhaztinguhêztin. Erkê parzûnê du curecor yee, [[erkê bêhnvedanê]] (bi îngilîzî: ''resting potential'') û [[erkê kar]] (bi îngilîzî: ''action potential''). Dema demarexaneyêk ji derdora xwe kartêkir negire an jî demareragîhandin nediguhazînenediguhêzîne, demarexane di qonaxa bêhnvedanê da ye. Ev rewşa xaneya demarê wekî cemsergirî (bi îngilîzî:''polarization'') tê navkirin. Di qonaxa cemsergirî de, di navbera herdu aliyên parzûna demarexaneyê de cudahiya bargeyê elektrîkê peyda dibe. Aliyê hundirê parzûnê bi bargeya negativ, aliyê derveyî parzûnê jî bi bargeya pozîtiv ve barkirî tê hiştin. Di qonaxa cemsergirî de xestiya potasyuma (K<sup>+</sup>) nav xaneyê ji xestiya potasyuma derve zêdetir e. Li derveyê parzûna xaneyê de xestiya sodyumê (Na<sup>+</sup>) û ya klorînê (Cl<sup>-</sup>) ji ya hundir zêdetir e<ref name="visualizing-human-biology"/>. Wergirtina ragihandinek elektrîkî, kîmyayî an jî mekanîkî ji demarexaneyek din, an jî wergirtina kartêkirek ji hawirdorê, dawî li qonaxa cemsergiriyê, ango erkê bêhnvedanê tîne. Xerabûna erkê parzûnê dibe sedema çêbûna demareragîhandinê. Ji tûmika tewereyê ber bi kotahiya tewereyê li ser parzûna tewereyê de veguhaztina demareragîhandin, wekî erkê kar tê navkirin (bi îngilîzî: ''action potential'')<ref name="OpenStax, Biology"> Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref>. Alûgorkirina iyonên sodyum û potasyumê yên li herdu aliyên parzûnê dibe sedema guherîna cemsergiriya xaneyê. Guherîna cemsergiriyê jî dibe sedema peydabûna herrika elektrîkê, erkê kar ji herrika elektrîkî peyda dibe. Erkê kar li demarexaneyan de dibe sedema çêbûna demareragîhandinê. Bargeyên parzûna demarexaneyê dema erkê kar de, berevajiyê dema erkê bêhnvedanê ye, nava tewereyê pozîtîv, derveyî parzûna tewereyê bi bargeyê negatîv barkirî ye. Di qonaxa erkê kar de, xestiya Na<sup>+</sup> li nav xaneyê zêde ye, xestiya potasyumê jî li derveyî xaneyê zêde ye. Ev rewş wekî berevajîbûna cemsergiriyê (bi îngilîzî: ''depolarization'') tê navkirin. Xane tenê di qonaxa erkê bêhnvedanê de ji boy wergirtina kartêkir amade ye, loma divê demarexane demildest vegere qonaxa erkê bêhnvedanê, ango divê li ser rûyê parzûna demarexaneyê de cemsergirî dubare bê avakirin. Ligel cogên potasyumê, pompeyên alûgorkirina sodyum-potasyumê jî kar dikin ji boy vegeriyana cemsergiriyê. Erkê kar ji tûmika tewereyê dest pê dike gav bi gav ber bi tewerekotahiyê didome. Arasteya erkê kar ji laşê xaneyê ber bi tewerekotahiyê, yek alî ye<ref name="Concepts and Applications"/>. Kotahiya tewereyê bi demarexaneyêk din ve di nav têkiliyê de ye. Hin caran jî dibe ko kotahiya demarexaneyê bi xaneya masûlke an jî bi xaneya rijên ve di nav têkiliyê de be. Divê demareragîhandin( erkê kar) ji kotahiya tewereya demarexaneyê derbasî xaneyên din bibe. Ew beşa ko demarexane nezikê hev dibin wekî gehînke an jî gehînkeya demarî tê navkirin<ref name="Cambridge International AS and A Level Biology">Jones, M., Fosbery, R., Gregory, J., & Taylor, D. (2014). Cambridge International AS and A Level Biology Coursebook with CD-ROM (4th ed.). Cambridge, MA: Cambridge University Press </ref>. Erkê kar ji xaneyek bo xaneya din, bi navbynkariya gehînkeya demarî tê gihandin. Ji boy pirraniya demarexaneyan, ragihandina erkê kar di gehînkeyê de bi navbeynkariya demareguhêzeran, bi şêweyê kîmyayî rû dide<ref name="Campbell"/>.
 
== Çavkanî ==