'''Geoffrey Chaucer''' ([tʃɔːsər], [[zjdb.]] dora 1342/1343, belkî li [[London]] - [[m.]] belkî [[25ê çiriya pêşîn]] a [[1400]] li [[London]]ê) [[nivîskar]] û [[helbestvan]]ekî navdarê îngilîz bû ku wekî nivîskarê [[Canterbury Tales]] (Çîrokên Canterburyî) navdar bû. Di demekê de ku helbestên îngilîzî hîna jî bi piranî bi [[latînî]], [[fransî]] û [[anglo-normanî]] hatibû nivîsîn, Chaucer zimanê gel bi kar anî û wisa îngilîzî ya navîn wek zimanek wêjeyî bilind kir. Paşnavê wî ji peyva fransî ''chausseur'' derdikeve û bi wateya "solçêker" e.