Tavče Gravče (makedonî: Тавче гравче, yewnanî: Φασουλοταβάς) xwarineke neteweyî ya Makedonyayê ye. Tiyana (taweya) fasûliyan (lobiye, lovî) e. Ne tenê makedonî, yewnan jî hez ji vê xwarinê dikin. Tiyanên wiha di pêjgeha kurd e jî hene.

Tavče gravče di dîzê de

Berkeliyên (melzemeyên) vê xwarinê biguhêre

Li Kurdistanê goştê sor jî tevlî tiyana loviyê dikin. Çend variyantên vê xwarinê hebin jî, ev berkelî divê hebin, standard in:

Amadekirin biguhêre

Fasûlî û lovî tên pakijkirin, şuştin, di nava ava sar de bi qasî 3 katjimêrî tên nermijîkirin. Di quşxaneyê de tên kelandin. Kel bi avê ketm ava wê tê guhertin. Ango ava yekem tê rijandin.

Di rûnbirêşkekê de pîvazeke hûrkirî û îsota reş di nava rûn de tên qelandin, dema lovî têra xwe keliyan, quşxaneyê vala dikin nava dîzekê û taweyê jî vala dikin dîzê. Dîzê dikin argûnê (firne, firûn), di germiya 220 ° Cyê de tê pijandin. Berkeliyên xwarinê tehma xwe dan hev, ji argûnê tê derxistin û servîskirin.