Talulah Jane Riley-Milburn yan jî navê ku pê tê zanîn Talulah Riley (jdb. 26ê îlona 1985an; Hertfordshire, Brîtanya) lîstikvanekî brîtanî ye. Riley, di filmên wek Pride & Prejudice, St Trinian's, Boat That Rocked, St Trinian's 2: The Legend of Fritton's Gold, û fîlma Inception de rol wergirtiye. Talulah Riley, rola xwe ya di rêzefîlmê televizyonan de rêzefîlma western a honaka zanistî ya Westworld a televîzyona HBOyê de lîstiye.

Talulah Riley
Navê rastî
Talulah Jane Riley-Milburn
Jidayikbûn26ê îlona 1985an (38 salî)
PîşeLîstikvan
Salên çalak2000-niha
HevjînElon Musk

(zw. 2010; cd. 2012)

(zw. 2013; cd. 2016)
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Riley î, di sala 2010an de bi karsazê mîlyarder Elon Musk re li Katedrala Dornochê zewicî.[1] Di Çileya 2012an de, Musk ragihand ku wî têkiliya xwe ya çar salan bi Riley re bi dawî kiriye[2] û heta adara 2012an xwest ku ji Riley biqetê.[3]

Lê belê Di tîrmeha 2013an de Musk û Riley ji nû ve zewicîn. Di hevpeyvîneke xwe ya 60 xulekan de di sala 2014an de, ew diyar dikin ku wan li hev kirine û dîsa bi hev re jiyane.[4]

Di 31ê kanûna pêşiyê ya 2014an de, Ajansa Associated Press ragihand ku Musk ji bo hevberdanê doz vekiriye; lê dîsa ji dozê vekişiyaye. Hat ragihandin ku Riley ev 6 meh in ji Musk cuda dijî û di 21ê Adara 2016an de li Dadgeha Bilind a Los Angelesê doz vekiriye.[5] Dadgehê, di doza hevberdan de di çiriya pêşîn 2016an de biraya cudatiyê da û ji hev cuda bûn.[6]

Kariyera wê biguhêre

Talulah Riley di sala 2003an de di beşa rêzefîlma Hercules Poirot de dest bi kariyera xwe ya televîzyonê kir. Piştî du salan bi fîlmê Joe Wright's Pride û Prejudice de yekem car rola xwe ya di fîlman de wergirt.

Di sala 2006an de beşekî fîlmê Miss Marple de lîst. Sala din di sala 2007an de di rêzefîlmê televizyonê ya bi navê Nearly Famous de roleke sereke lîst û li kanala E4 a brîtanî hat weşandin. Ew di heman demê de di Dibistana Şevînî ya Keçan a Olîver Parker û Barnaby Thompson de lîst.

Di sala 2008an de di du beşên Doctor Who de derkete pêşberê. Sala din ew di England Good Morning England richard Curtis derket û rola xwe di 2: Legend of Fritton's Gold, ku hê jî ji aliyê Oliver Parker û Barnaby Thompson ve tê derhênerkirin, ji nû ve destpêkir. Di sala 2010an de di Inception ya Christopher Nolan û 'The Dilemma' ya Ron Howard de rolên piştevaniyê lîst.

Sala 2012an de di çend fîlmên wekî White Frog, The Knot ve The Last Hitman: 24 Hours in Hell de lîst.

Di sala 2015'an de li Mojave li gel Oskar Îshaq, Garrett Hedlund û Louise Bourgoin re di fîlman de rol wergirt. Di heman demê de di fîlmê The Bad Education Movie de jî dilîst. Bi derhêneriya filma xwe ya yekemîn a fîlma bi navê Scottish Mussel çêkir . Sala din bi rola rêzefîlma HBO westworld û fîlma Driving in Troubled Waters de derkete pêşbirkê.

Di sala 2018 an de rola xwe di dansala Westworldê de rola xwe ji nû ve dubare kir û di fîlma The Last Witness de bi Alex Pettyfer re lîst.

Fîlmografî biguhêre

Fîlm biguhêre

Fîlmên wê
Sal Sernav Rol Nîşe
2005 Pride & Prejudice Mary Bennet
2007 St Trinian's Annabelle Fritton
2007 Friends Forever Grace Kurtefîlm
2007 Wilder Carro[7]
2009 The Boat That Rocked Marianne
2009 The Summer House Jane Kurtefîlm
2009 St Trinian's 2: The Legend of Fritton's Gold Annabelle Fritton
2010 Inception Eames's Blonde Woman disguise
2010 Love & Distrust Jane Dîmenên arşîva The Summer House
2011 The Dilemma Concept Car Spokesmodel
2011 Revenge of the Electric Car Herself Belgefîlm
2012 The Knot Alexandra
2012 White Frog Ms. Lee
2012 Transmission TBA
2013 The Liability The Girl
2013 In a World... Pippa
2013 Thor: The Dark World Asgardian Nurse
2015 Scottish Mussel Beth Senarîst û derhênerî
2015 The Bad Education Movie Phoebe
2016 Submerged Jessie
2018 The Last Witness Jeanette Mitchell
2020 Bloodshot Gina DeCarlo

Televîzyon biguhêre

Fîlmên televizyonê
Sal Sernav Rol Nîşe
2003 Poirot Young Angela Warren Beşa "Five Little Pigs"
2006 Marple Megan Hunter Beşa "The Moving Finger"
2007 Nearly Famous Lila Reed Rola sereke; 6 beş
2008 Phoo Action Lady Elenor Rigsby Berî weşanê hate betalkirin
2008 Doctor Who Miss Evangelista Beşa "Silence in the Library"/"Forest of the Dead"
2008 The Gemma Factor Nell Dîmen nayên weşandin
2016–2018 Westworld Angela Rola dubare (sezon 1); rola sereke (sezon 2); 12 beş

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Press, Associated (21 adar 2016). "Actor Talulah Riley files to divorce billionaire Elon Musk, again". the Guardian (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 kanûna pêşîn 2020.
  2. ^ Elliott, Hannah. "At Home With Elon Musk: The (Soon-to-Be) Bachelor Billionaire". Forbes (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 kanûna pêşîn 2020.
  3. ^ Elliott, Hannah. "At Home With Elon Musk: The (Soon-to-Be) Bachelor Billionaire". Forbes (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 kanûna pêşîn 2020.
  4. ^ "SpaceX founder Elon Musk pays wife $4 million in divorce settlement". The Telegraph (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 31 kanûna pêşîn 2020.
  5. ^ Press, Associated (21 adar 2016). "Actor Talulah Riley files to divorce billionaire Elon Musk, again". the Guardian (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 kanûna pêşîn 2020.
  6. ^ Press, Associated (21 adar 2016). "Actor Talulah Riley files to divorce billionaire Elon Musk, again". the Guardian (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 kanûna pêşîn 2020.
  7. ^ Foreman, Liza (24 gulan 2007). "Make my day. Make my film". Times Online.