Tîrêjpîv amîrek e ji bo pîvana sirêma tîrêjê an hêzê di tîrêjderî ya karevayî-asinrevayî (elektromagnetîk) da. Herçind e ko ev zarav zêdetir ji bo wan amîran bikar dihêt ko tîrêjderî ya jêrsor dipîvin, lê ew dibit ko ji bo hemî amîran bikar bihêt ko tîrêjên şebenga karevayîasinrevayî diyar dikin.

Tîrêjpîv
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Hestkera tîrêjê di tîrêjpîvan da piraniya caran tîpîvek (bolometer) e ko tîrêja ko dikevit ser xwe vedimêjit û bi vî awayî [[têhn|têhna]] (anko temperatûra) wê bilind dibit û ev têhn jî bi coreyekî ji coreyên [[têhnpîv|têhnpîvan]] dihêt hesibandin. Ev zêdebûna têhnê dikarit nîşana hêza nav tîrêja vemêhtî bit.

Yek ji mînakên herî pêşîn yên vebînikên tîrêja jêrsorî î tîrêja dîtinî (ruhnahî) tîrêjpîva Crookesî bû.

Tîrêjpîva hûrpêlan tîrêjên di tuxîbên hûrpêlan ji şebenga karevayîasinrevayî da dipîvit.

Çavkanî biguhêre