StarCraft

lîstikeke kompûterê

StarCraft lîstikeke komputerê ya 'real-time strategy' ('stratejiya dema zîndî') ye ku ji Blizzard Entertainment ve hatîye afirandin. Siftê ev lîstik li sala 1998 ji boy PC hatibû derxistin, û paşê versîyoneke lîstikê ya Macintosh jî li sala 1999 derket. Starcraft jî ji boy Nintendo 64 hate adaptekirin.

Xata sereke ya çîroka vê lîstikê, şerekî di nav sisê nijad ên galaktîk de ye. Ev sisê nijad ev in : Terrans, mirovên xurt û zexm, Zerg, alîen ku mîna meşên hingîv tên organîzekirin, û Protoss, şervanên humanoîd û psyşîk.

Starcraft di sala 1998an de lîstika komputerê ya herî zêde firotî bû, û jî Origin Awards'ên ji boy 'Best Strategy Computer Game' ('Lîstika Komputerê ya Stratejî ya Herî Baş') a vê salê birîye. Ji derketina Starcraft pêve, 9 mîlyon bêtir kopiyên Starcraft hatine firotin. Ev lîstik bi taybetî li Koreya Başûr bi nav û deng e, di vî welatî de lîstikvanên fermî beşdarî maçan dibin û tîm û lîstikvan di maç ên li televîzyonê weşandî de dikevin lecê.