Spekûlûm
Spekûlûm alaveke alîkar bo pişkîna (muayene) jînekologan e.
Ev cîhaz ji metal (lajwerd, nasût) an plastîk e û dişibe nikilê qazê. Dema mirov nikil veke dîwarên vajînayê jî tên vekirin. Gelek cureyên vê alavê hene û bijîşk gorî pêdiviyê bikartînin. Heger di pişkînê de kê nexweş biêşîne, tê payîn ku ew ne bijîşkeke birehm û pispor e. Ji bo alav baş bişimite, didin ber avê yan, dawiya wê bi krem dikin.
Spekûlûm vegirtî dikeve vajînayê û hêdîka tê vekirin. Bi alîkariya rewşeneke (tîrêj) bihêz bijîşk karê xwe dike. Bijîşk bi alîkariya spekûlûmê dikare, hundirê vajînayê, qirika û devê malzarokê bipişkîne (muayene bike).
Ev gotara têkildarî teknolojiyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |