Sosa merzekewê, sosa rihanê, çênca rihanê ji sosên ku bi rihanê (merzekew) tên çêkirin re dibêjin. Gelek cureyên wê hene û li Kurdistanê bi navên cuda tên binavkirin.

Mixabin lêkolîn û xebatekê li ser sosên pêjgeha kurd nehatiye kirin. Kurd pirranî bêjeyên romî (tirkî), erebî û fransî bikartînin û ev jî dibe sedemê tevlîheviyan.

Gorî têkela xwe, mirov dikare bi dilê xwe sosa rihanê çêbike. Lê sosa pirr tê bikaranîn wiha ye:

50 gr kakilê gûzê hêrayî, 50 gr kakilê bindeqê yê hêrayî, 2 dendik sîr a hûrik hatiye hûrkirin, fîncaneke rûnê ron (gulberoj an yên din), bi dilê xwe xwê (solin) (ne pirr zêde), bi dilê xwe îsota tûj a pûlpûlî (yan biharateke din ê îsotê, li baştirîn a îsota tûj e), 1 kevçî merzekewa (rihan) teze ya pişirandî (hûr hûr hûrkirî) bixin badiyekê. Baş li hev bidin.

Êdî sosa we amade ye. Bo mînak hûn dikarin rişteya bi sosa merzekewê bidin ser, bixwin.