Sosa gizêrê cureyekê çêncê (sos) ye. Mirov divê bêje sosên gizêrê jî, lewra ji gizêrê gelek sos, selete hene. Herwiha mirov dikare vê sosa gizêrê wekî selete jî binav bike. Gelek sosên pêjgeha kurd, ne tenê ji bo bitehmkirina xwarinan, ji bo xwarinê ye jî. Ango mirov dikare wekî seleteyekê bixwe.

Zikêş ev e? biguhêre

Di wêjeya devkî de behsa seleteyekê bi navê zikêş tê kirin. Di çîroka bi navê Mîrza çemûçem (ber çem re bimeşe, çemê bişopîne) de behsa seleteyekê tê kirin ku navê wê zikêş e. "Anî gizêrên xwe, sîr û mast pê werkir û xwar. Êşa zikê wê derbas bû. Got Xwedêyo şikir ji te re, te ji zikêşê re Zikêş daye".

Berkelî (bo malbatekê) biguhêre

Çêkirin biguhêre

Gizêrên xwe pakij bişon, amade bikin. Têxin rûnbirêşkê hinekê biqelînin, nermijî bikin.

Di badî yan binikeke kûr de sîr û masta xwe çêbikin. Ango sîra kutayî têxin nav mastê. Wê bînin berdin ser gizêran.

Seleteya xwe li binikan parve bikin, bi pelên bexdenûsê û biharatê bixemilînin. Xwêya xwe pê werbikin (ne mecbûrî ye, lewra xwêya zêde ziyanê dide laşê mirov).

Êdî dikare were ser destexaneyê.