Sorik (nexweşî)
Sorik an jî Sorka (bi latînî: Morbili) yek ji nexweşiyên mîkrobîk e ku ne tenê li zarokan lê belê li mezinan jî dixîne. Ji mirovekî jî dighêje yê din!
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/e/e0/Measles_enanthema.jpg/220px-Measles_enanthema.jpg)
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/2/27/RougeoleDP.jpg/220px-RougeoleDP.jpg)
Kesên ku sîstema wan ya parastinê biserketine, di zaroktiyê de derbaskirine, bi sorikê dîsan nakevin. Bi saw û metirsîn e, pirr zû belav dibe. Pirranî bi payîz û zivistanan xwe dide der. Kurtbûna vîrusan 9-10 roj didome û paşê vîrus xwe zêde dikin.
Hin nîşanên sorikê an jî sorka
biguhêre- Hêstirên çavan
- Destpêkê de zêdetîna laş
- Kuxîn
- Herikîna poz (bêvlê)
- Di nava mûkoz an jî kewara dev de xalên sorik
- Pinkteyên sorik di çermê zarok de
Nexweşî heger komplîkasyonek nehêle û sîstema parastinê biserbikeve di nava çend rojan de derbas dibe û ti ziyanê nahêle. Divê bê zanîn ku sorik ji bo zarokên hûr û mirovên mezin û jinên dicanî dijwar û bi metirsîn e. Hîjiyen an jî xwe parastina ji mîkrob û vêrûsan û bihêzkirina laş pirr girîng in.
Têrapî
biguhêreDermankirin an jî têrapiya sorikê li ser bihêzkirina laş û hîjyenê ye. Dermaneke taybet dijî wê nîne. Bijîşk dikarin hin kombînezonên antîbiyotîkan bikarbînin. Dermanên êşê, xistina tîna laş jî tên bikaranîn. Zarokên ku bi sorikê ketine, bi qasî 9-10 rojan naçin dibistanê û di vê demê de bo ku nebe saw tê tênêkirin. Derziya parastinê ya sorikê di 10 mehî de tên lêxistin. Çêtir e mirov zarokan birêkûpêk bibin derzîkirinê.