Skleroza enîfireh
Multiple Sclerosis, MS, skleroza enîfireh an disseminated sclerosis yek ji nexweşiyên sîstema parastinê û neurolojîk e.
Xwe di sîstema parastinê û mejî de dide der. Mirov dikare bêje ji çewtî û kêmasiya sîstema parastinê tê. Selûlayên (hucre) neurolojîk bi qaşikên miyelîn tên dorpêçkirin û parastin. Îcar di vê nexweşiyê de sîstema parastinê van qaşikên miyelîn wekî dijmin dibînin û wan tehrîb dikin. Hin caran dîsa jî sîstema parastinê biserdikeve û nexweşî bêî ewçend ziyanê derbasdibe.
Cara pêşîn bi navê Jean-Martin Charcot kesekê Fransî di sala 1868'î de ev nexweşî tesbît û şîrove kiriye. Ev nexweşî xwedî gelek sîmptom, sedem û ziyanê ye, lewra bi navê Multiple Sclerosis hatiye binavkirin, ango skleroza enîfireh.
Hin sîmptomên skleroza enîfirehê
biguhêre- Zêdepêwîstiya mîzê (inkontinans)
- Di aliyeke laş de felcbûn
- Di hestan de guherbarî
- Xerabûn di axavtinê de
- Xerabûn di têkûziya tevgerên laş ên rojane de
- Kêm an dubare dîtin
- Tîk
- Tevlîheviya hiş
Nurolog bi gelek testên laboratûarê nexweşiyê binavdike.
Cureyên skleroza enîfirehê
biguhêre- Relapsing-remitting: Prognoz baş e lê nexweşî xwe dubare dike, ziyanan dihêle
- Secondary progressive: Prognoz pirr xerab e û terapî êdî ne pirr gengaz e
- Primary progressive: Pêşketin pirr kivşe ye
- Progressive relapsing: Nîvenîv terapî biserdikeve
Terapî dikare bi salan bidome û serkeftin pêde pêde zêdedibe.