Singûsîr, singosîro xwarineke Botanê ye. Ji parxanê ango singê berxê tê amadekirin. Orjînal ev e, lê di demên dawiyê de bêhtir qelî tê bikaranîn.

Berkelî (melzemeyê xwarinê) biguhêre

Amadekirin biguhêre

Di badiyekê yan teştekê de av û simaqê tevlîhev bikin. Parxan an qeliyê berdin quşxaneyê û ava bi simaqê jî berdin serê, bikelînin.

Sîrê kutayî, xwê, îsota tûj (îsota pûlpelî, îsota sor) tevlî bikin. Bi hev re bi qasî nîv saetê bikelînin û bo servîsê bînin ser destexaneyê (sifre).