Sogitlî

Gundekî Erdîşa Wanê
(Ji Sigûdlî hat beralîkirin)

Sogitlî an jî Sigûdlî (bi tirkî: Söğütlü), gundekî ku bi ser navçeya Erdîşê ve ye.

Gundekî zirav û direj bifikirin, lê ne gundekî ruhê mirov teng bike. Bi zimanê Tirkên dagirker gundê ra dibejin “Söğütlü”, lê tu kes, tu caran darên bî ne dîtîye, lê belê wek gundên din yê Erdîş’ê tijî darên sipîndar û sêva ye. Li malpêra Wîkîpediya li ser Gelîyê Zîlanê û wêk gundî navê gund ra dibejin “Sotkilî” an jî “Sotqilî”. Pişt serhildana Agirî, komkujîya Gelîyê Zîlanê li vî gundê jî qirkirina ku hovên Tirk dikin pêk hatîye. Avabûna gund ya duyemîn li salên 1950’yan dibe û zehfê gund vedigerin li ser warê xwe. Karê gund pir li ser ajaldarî ye û ji bo wî mehên germ yê havînê diçin zozanan heta Tebax an jî Îlon’ê. Ciwanên gund piranî li metropalan dixebitin, lê salên dawî xwendekar jî pirin. Keç û xort bi tevahî serfiraz û welatparêzin. Mezin û zarok her tim giramgir û destyarin, gund jî wek mirovên ser xwe her dem germ û xweşe.