Sherlyn Chopra

Lîstikvan, model,stranbêj û hilberînera hindistanî

Sherlyn Chopra (jdb.1983 an jî 1984 li Haydarabad,Hindistan) lîstikvan û modeleke hindistanî ye ku di fîlmên bi hindî, telugû û tamîlî de bi taybetî di rolên wêrek de xuya bûye.Rola wê ya yekem di sala 2020an de di fîlma amerîkî Beeper de bû.[2] Di tîrmeha 2012an de Chopra bala medyayan kişand piştî ku ew bû yekem jina hindistanî ku ji bo kovara Playboy ya amerîkî tazî derket û wek "Efsaneya Bollywoodê" hate binavkirin.[2][3][4] Wêne piştî du salan hatin weşandin.[5] Dûv re ew ji bo pêşkeşkirina sezona şeşem a pêşandana MTVê Splitsvilla hate hilbijartin.[6][7] Di kanûna pêşîn a 2013an de, wê strana xwe ya muzîkê ya bi sernavê "Bad Girl" derxist.[8] Ew di sala 2009an de di pêşandana rastîn a Bigg Bossê de beşdar bû.[9]

Sherlyn Chopra
Jidayikbûn11ê sibata 1983an(1983-02-11) (41 salî)
PerwerdeDibistana Bilind a Keçan a Stanley
PîşeLîstikvan ,model
Salên çalak2002-roja me
Bejn1,73 m (5 ft 8 in)[1]
SernavMiss Andhra
Malpersherlynchopra.com
biguhêreBelge

Jiyana berî biguhêre

 
Sherlyn Chopra (2016)

Chopra li Haydarabad, Hindistan wek keça bavekî xiristiyanê pencabî û dayikeke misilman a faris ji dayik bû.[10][11] Bavê wê yê rehmetî (2005) bijîjk û ​​diya wê kozmetîker bû. Xwişkek wê heye ku wekî pêşkêşvan dixebite û birayek piçûktir ku li Zelendaya Nû wekî teknîker dijî. Li malê malbata wê bi hindî, înglîzî û urdû diaxiviyan û carekê endamên çalak ê Dêra Metodîst bûn, li wir ew qas oldar bû ku di cih de bi dilê xwe Zebûr 119 bi devkî li ber civatê dixwend.[12][13] Ew beşdarî Dibistana Bilind a Keçan a Stanley bû, ku li wir xwendekarek xebathez bû, hevalên wê tune bûn û wek heyrana xwendinê dihat hesibandin. Wê ji dibistanê wek ya herî baş mezûn bû. Piştre ew li Zanîngeha Saint Ann's ji bo Jinan li Sikanderabadê hate pejirandin. Di sala 1999an de, ew wek Miss Andhra hate tackirin û wisa bala wê ji bo pîşesaziya şahiyê kişiya. Li gorî Chopra têkoşîna xebata dirêj bû sedema îstîsmara zayendî ya wê di pîşesaziyê de, di dawiyê de ew bû yek ji dengên bihêz ên tevgera "Me Too" li Hindistanê.[14][15][16]

Kariyera wê biguhêre

 
Chopra (2013)

Kariyera lîstikvaniya destpêkê ya Choprayê bi taybetî ji rolên piştgirî yên mêbazî di fîlmên Bollywoodê de pêk dihat. Ew di fîlmên wekî Time Pass, Red Swastik û Game de rol lîst.Fîlma wê ya yekem a bi zimanê telugû fîlma A Film by Aravind bû ku li tevî Richard Rishi lîst.[17] Chopra di heman demê de pêşbira Bigg Bossê bû.[18] Ew di roja 27an de ji pêşandanê hate avêtin.Ji sala 2013an vir ve, wê di Kamasutra 3D de ku ji hêla Rupesh Paul ve hat deranîn, rola sereke lîst û di 66emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê de jî di trailerê de hate dîtin.[19][20] Piştî kişandina rojekê, Sherlyn Chopra ji fîlma Kamasutra 3D derket.[21]

Fîlmnîgarî biguhêre

Fîlm biguhêre

 
Sherlyn Chopra li civîna çapemeniyê ya Playboyê (2012)
Sal Sernav Rol Ziman Nîşe
2002 Vendi Mabbu Divya Telegû
University Tamîlî
Beeper Indian nanny Înglîzî
2005 A Film by Aravind Nirupama Telugu Yekem rola wê di fîlmek bi zimanê telegû
Time Pass Jenny Hindî
Dosti: Friends Forever Leena Bharucha Hindî
2006 Jawani Diwani: A Youthful Joyride Mona Hindî
Something Special Mona Telegû
Naughty Boy Sonia Hindî
2007 Game Tina Hindî
Raqeeb Hindî
Red Swastik Anamika/Zeenat Hindî
2009 Dil Bole Hadippa! Sonia Saluja Hindî
2014 Kamasutra 3D Kamaa Devi Înglîzî Hê ne qediyaye[22]
2016 Wajah Tum Ho Item Number Hindî Di strana "Dil Mein Chhuppa Loonga" de xuyangiya taybetî[23]
2017 Maya Maya Hindî Kurtefîlma ku wê derhêneriya wê kiriye, nivîsandiye û hilberandiye
2018 Chameli Chameli Hindî

Televîzyon biguhêre

Sal Name Rol Nîşe Ref
2009 Bigg Boss 3 Pêşbir [24]
2013 MTV Splitsvilla 6 Pêşkêşvan Li gel Nikhil Chinapa [25]

Muzîk biguhêre

Sal Albûm Track
2007 Outrageous Outrageous
Dard
U Gimme Fever
Pehli Nazar
Karle Pyaar
Tere Bin
Outrageous - Remix
2011 Dard-E-Sherlyn
2014 Bad Girl ft. Ikka
2019 Tunu Tunu ft. Vicky & Hardik
Vote Daal
KATAAR

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Sherlyn Chopra on Playboy".
  2. ^ a b Crilly, Rob (25 tîrmeh 2012). "Bollywood star becomes first Indian to pose for Playboy". The Telegraph (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2023.
  3. ^ "Sherlyn Chopra shoots for Playboy" (bi îngilîzî). NDTV. 17 tîrmeh 2013. Ji orîjînalê di 26 îlon 2013 de hat arşîvkirin.
  4. ^ "Sherlyn Chopra goes Naked to ride on Horseback" (bi îngilîzî). Bihar Prabda. 20 îlon 2013. Ji orîjînalê di 25 îlon 2013 de hat arşîvkirin.
  5. ^ "Sherlyn Chopra's Playboy photoshoot pics finally out". India Today (bi îngilîzî). 14 tebax 2014. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2023.
  6. ^ "Sherlyn Chopra to host the sixth season of MTV Splitsvilla". IBN Live. 2013-04-23. Ji orîjînalê di 2013-04- de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2013-04-13. {{cite news}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |roja-arşîvê= (alîkarî)
  7. ^ "Sheryln Chopra heats up Splistsvilla". The Times of India (bi îngilîzî). 14 gulan 2013. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2023.
  8. ^ "Sherlyn Chopra's new Music Video Bad Girl goes Viral". Biharprabha News (bi îngilîzî). 4 kanûna paşîn 2014. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2023.
  9. ^ "Sherlyn Chopra evicted from Bigg Boss". bollywoodmantra.com (bi îngilîzî). 30 çiriya pêşîn 2009. Ji orîjînalê di 24 adar 2019 de hat arşîvkirin.
  10. ^ "Sherlyn Chopra". The Times of India (bi îngilîzî). 14 adar 2021. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2023.
  11. ^ "Sherlyn Chopra" (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 13 sibat 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2023.
  12. ^ "Bollywood insult? Playboy calls Sherlyn Chopra a legend". emirates247.com (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 16 kanûna paşîn 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2023.
  13. ^ "Mumbai : Mumbai actress Sherlyn Chopra says , I thank my mom for training me good and hard to be a boss babe , shared her view on Mother's day". hellomumbainews.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2023.
  14. ^ "Sherlyn won a beauty contest, she added as a caption "When I waz crowned Miss Andhra Pradesh.....'". Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2023.
  15. ^ Madhumitha (18 kanûna pêşîn 2008). "Confessions of a diva". Go-nxg.com (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 5 çiriya pêşîn 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2023.
  16. ^ "Bigg Boss 16: Sherlyn Chopra finally records her statement against 'Me Too' accused Sajid Khan". Times of India (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2023.
  17. ^ "A film by Aravind". idlebrain.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 çiriya paşîn 2023.
  18. ^ "Rakhi's mom on Bigg Boss". The Times of India (bi îngilîzî). 6 çiriya pêşîn 2009. Roja gihiştinê 14 çiriya paşîn 2023.
  19. ^ "Sherlyn Chopra to do Kama Sutra film in 3D, after Playboy stint". Hindustan Times (bi îngilîzî). 29 çiriya pêşîn 2012. Ji orîjînalê di 1 çiriya paşîn 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 çiriya paşîn 2023.
  20. ^ "Indian @ Cannes 'Kamasutra 3D' icing up the cake of 66th CIFF". indiaglitz.com (bi îngilîzî). 17 gulan 2013. Ji orîjînalê di 23 hezîran 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 çiriya paşîn 2023.
  21. ^ "Kamasutra 3D is not my film: Sherlyn Chopra". Hindustan Times (bi îngilîzî). 16 tebax 2016. {{cite web}}: Ji bo parametreya |archive-date= parametreya |archive-url= hewce ye (alîkarî)
  22. ^ "Kamasutra 3D is not my film: Sherlyn Chopra". Hindustan Times (bi îngilîzî). 16 tebax 2016. Roja gihiştinê 1 çiriya paşîn 2023.
  23. ^ "Watch: 'Wajah Tum Ho' new song 'Dil Mein Chhupa Loonga' is all about sex, only sex!". deccanchronicle.com (bi îngilîzî). 3 çiriya paşîn 2016. Roja gihiştinê 1 çiriya paşîn 2023.
  24. ^ "Sherlyn Chopra". biggboss.org. Bigg Boss Nau. Ji orîjînalê di 11 îlon 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 çiriya paşîn 2023.
  25. ^ "Sheryln Chopra heats up Splistsvilla-". The Times of India (bi îngilîzî). 14 gulan 2013. Roja gihiştinê 1 çiriya paşîn 2023.

Girêdanên derve biguhêre