Seyid Celal Nizamî

Nivîskarê kurd

Seyid Celal Nizamî nivîskar û helbestvanê kurd, kurê Seyid Mihemed û nevyê Seyid Nizam û Nevîçirkê Şêx Mehmedemîn ji binemala Mezine seyidê Nehriyê ye ku li ber serhildana Şêx Ubeydullah li Nehriyê hatine koçandin û li nav axa Rojhilata kurdistanê de hatine cîbicê kirin.

Seyid Celal li sala 1951 li gundê Kuranê li 5 kîlometriya sînorê Îranê û Tirka li navça Soma û Biradosta ser bi Bajarê mezine Urmiyê hatiye dinyayê, li ber destê babe xwe ku alimekî mezin bû perverde dibe û gelik kul û derdê bav û bapîrê xwe li koçandina zemanê van dibihîze û hertim evaretiya van tîne ber cave xwe û her li zarûtiya xwe de derdê gelê kurd li nav guşt û pêstê vî de cî digre.

Piştî 7 salan li sala 1958ê dersa fermiye xwe ya sertayîy destpê dike çiko hingê li gundê van de dibistan çinebû ev mecbûr bû li bo dersxwendinê bi pêyê xwe li nav sir û sermaya zistanê de her roj hat û çoya gundê devr û bera Kuranê bike heta bikare xwe bigehîne gondê Mafera û Masteka û Gengeçînê û li dibistanê van gunda de dersê bixîne. Heta sinfa 6ê li van gunda de dersa xwe davî tine û ji pişt re diçe bajarê Urmyê û dersa xwê ya dibistana navîn û daviyê livê didomîne û li sala 1970ê li debîristana EmîrKebîre vî bajarî diploma xwe distîne.

2 salê xizmeta leşkeriye xwe li nav gondê Kurane û Hevsara de wekî eskerê perverdê diqetîne û van du sala de jî zarûkê kurda re wekî mamostayê sertayî dersê dibêje.tebîetê civane navçê li ser riha vî esera xwe didane û her li hinge re dest bi gotina helbestê farisî dike mixabin li van helbestê vî tiştik nemane. Ev işq û evînê li vê demê de baş ihsas dike û li evîna xwe de dev li hink meişûqê xwe berdide.Eva li helbestê evîndariye vî de bibaşî xûyane.Li sala 1974ê di gel dotmama xwe Şehlaya keça Seyd Hacî dizevice û semera vê zivacê 4 zarûne bi navê Şehîn û Salar û Emîr û Areş.

Di heman salê de yanî li sala 1974ê dibe bêjerê radyoya kurmanciye bajarê Qesra Şîrînê ser bi Kirmanşahê û ber destê Seyid Ezîzê Elevî pismam û pêşengê xwe behreyekî baş diwergire û 4 sala li bajarê Qesra Şîrîn û Kirmanşahê de dimîne û her xebata radyoya kurdî dike. Piştî hinge bo damezrandina radyoya kurdî seyd Celal dişînine bajarê Tewrêzê. Li vê sale de ku sala 1978ê ye û şorişa Îranê destê şah li hikûmetê kurt dike ev lêvê re tê Urmiyê û sal û nîwekê li pişka kurdiye radyoya Urmiyê de dixebite.

Li sala 1979ê digel despêka radyoya kurdiye Tehranê diçe vî bajarî de li sala 1992ê de lîsansa wergêriya zimanê îngilîzî qetandiye û heta sala 2000ê livê mijûlî kar û barê radyoya kurdiye Tehranê bûye.bilî kar û barê radyoyê di gelik karê perverda kurdî û rojname û kovaran de şirîkatî kirye wekî: Kovara Amanc li Tehranê, Kovara Avêne li Tehranê, Kovara Sirve li Urmiyê, Kovara Kurdistan li Tehranê

Pirtûkên wî biguhêre