Piştî mirna şêx ‘Eliyê Pîrhesinî birayê wî Serkur û kurê wî Ehmed radibin malêt xwe ji gundê Pîrosa bardiken, ew jî di çine başûrê welatî; Serkur diçîte herêma Zaxo li gundê Boselê (بوصه لي) di mînîte li wêderê akincî û xwe cihdibît. Hejî gotinêye bêjîn: Seydayê binav û deng Salih Yusifî (rehma Xudayê Jorî lê bît) ji dûndeha vî Serkurê birayê şêx ‘Eliyê Pîrhesinî ye, nihe li gundê Boselê ji kinête û dûndeha vî Serkurî qebîla wa geleka ya boşe û gelek mirovêt maqûl û navdar yê ji wa rabîn, dibêjine vê qebila wa qebîla Serkura.

mirovê hewe: mela mihemed Hekarî/ Pîrosî.