Serhildana Gel a li Başûrê Kurdistanê

Di bihara sala 1991an de li hemerî rejîma Îraqê ku di şerê kendavê de têk çûbû Kurd û Şîiyan serî hildan. Kesên pêşî serî hildan xelkên bajarê Ranyayê bûn. Di sala 1991an de rejîma Îraqê ku li hemberî Amerîka û hevalbendên wê kete nav şerekî dijwar, nema dikaribû kontrola xwe ya li ser başûrê Kurdistanê berdewam bike. Bi sistbûna kontrola rejîma Îraqê re, nîşanên serhildanê jî xwe li hin deveran dane xuyakirin. Radyo û rojnameyên li Başûrê Kurdistanê bang dikirin ji bo ku gel serî hilde. Çirûskên pêşiyên serhildana bihara sala 1991an di 5ê adarê de li Ranyayê ronî dan.Serhildana li bajarê Ranyayê roj bi roj berfirehtir bû û 3 heftiyan berdewam kir û di şeva Newrozê de bi dest danîna ser bajarê Kerkukê re serhildan gihîşt qonaxeke nû û girîng. Tevî vêyekê, gel ne xwedî pêşengiyeke xurt bû. Di vê navberê de Amerîkayê hin îşaret dan rejîma Îraqê ji bo ku serhildanên kurd û şiiyan biperçiqîne. Li ser vê yekê rejîma Îraqê pêşî serhildana şiiyan perçiqand, di pey re jî di meha nîsanê de berê xwe da kurda.Partiyên siyasî yên li başûrê Kurdistanê nekarîn li hemberî êrîşên rejîma Îraqê hêzeke berxwedanê bi rêxistin bikin û li ser vê rewşê kurdên li herêmê ber bi sînorên Tirkiyê û Îranê ve dest bi koçberiyê kirin. Bi milyonan kurd di wan şert û mercên xerab û dijwar de tevî zarûzêçên xwe ketin ser rêyan. Li gorî çavkaniyên başûrê Kurdistanê, di vê reva ber bi sînoran ya piştî serhildana bihara 1991an de zêdetirî 50 hezar Kurdistaniyî jiyana xwe ji dest da.